Koçberên kampa Berdereşê daxwaza avakirina dibistanekê dikin

15-11-2019
RÛDAW
Kampa Berdereşê
Kampa Berdereşê
Nîşan Kampa Berdereşê Koçber Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşa Tirkiyê hejmareke mezin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, hin ji wan li nav Rojavayê Kurdistanê de koçber in, û kampeke li Hesekê ji wan re hatiye avakirin, herweha hejmarek ji koçberên din jî berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.

Koçberên kampa Berdereşê dibêjin, ew niha di xema xwendina zarokên xwe de ne û hêvî dikin, ku zarokên wan bê xwendin nemînin.

Rêveberê kampa Berdereşê jî ragihand, ku niha ew ligel rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, di pêwendiyê de ne, ji bo ku di zûtirîn dem de dibistanekê ji zarokan re vekin.

Ev koçberên êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdisanê ye, grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, dest danîne ser bajar û gundên wan, naçar mane, berê xwe bidin kampa Berdereş a Başûrê Kurdistanê.

Koçberên wê kampê ji niha ve di xema xwendina zarokên xwe de ne, ew dibêjin, bê nan û av jî bimîne, lê zarokên wan bê xwendin nemînin.

Yek ji wan koçberên ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê, Ebdulrehman Seîd dibêje, “Bi rastî ji bo xwendinê em gelek bêzar bûne. Ti tiştek nebe ew ne mesele ye, lê xwendina wan, dibistanên wan em gelek zehmetiya wê dibînin. Em dixwazin çareseriyek bê dîtin,  mafê wan e ku bixwînin.”

Li Rojavayê Kurdistanê sîstema xwendinê bi zimanê Kurdî, zaraveya Kurmancî bû, heta niha jî ti dibistanek li kampa Berdereşê nehatiye vekirin.

Yek ji koçberên bi navê Ciwana Çolo jî diyar dike ku li Rojavayê Kurdistanê zarokên wan bi zimanê Erebî û Kurdî dixwendin û radigihîne, “Lê ji ber şer em ji malên xwe derketin. Li vê derê niha ti dibistanek tune ye. Em dixwazin dibistanek bê vekirin û zarokên me bixwînin.”

Rêveberê Kampa Berdereşê Botan Selahedîn jî dibêje, ew mijûl in dibistaneke fermî ji zarokan re vekin, lewma ew ligel rêxistinên Netewên Yekbûyî û hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de ne.

Li vê kampê derdora 12 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê hene, êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar hişt, bi dehan hezar malbat ji cih û warên xwe koçber bibin, grûpên çekdar jî malên van koçberan li Serê Kaniyê talan kirine û dizîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst