Li Şingalê goreke din a bikom hat dîtin: Nimûne ji Bexdayê re tên şandin

15-10-2023
RÛDAW
Li Şingalê goreke din a bikom hat dîtin
Li Şingalê goreke din a bikom hat dîtin
Nîşan Şingal Gorên Bikom Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Gir Izêrê yê Şingalê goreke din a bikom ku cenazeyên Kurdên Êzidî tê de ne hat dîtin.

Li gundê Gir Izêrê yê Şingalê goreke bikom a Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin hat dîtin û îro ew gor hate vekirin.

Rêveberê Rêxistina Petrîkol a Mafên Mirovan Xeyrî Elî da zanîn ku gora bikom di 3ê Tebaxa 2014an de hatiye çêkirin û nêzîkî 12 qurbanî tê de hatine veşartin.

Xeyrî Elî diyar kir ku ew gor yek ji 92 gorên bikom ên ku li Şingalê hatine dîtin e û bi giştî 43 gorên bikom hatine vekirin.

Rêveberê Rêxistina Petrîkol a Mafên Mirovan herwiha da zanîn ku nimûneyên ji hestiyên bêhtirî 500 qurbaniyan ji Bexdayê re hatine şandin.

Dê li Bexdayê pişkinîna DNAyê ji wan re were kirin û nasnameya qurbaniyan were eşkerekirin.

Di 31ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrişî Şingalê kir û nêzîkî 6 hezar û 500 (jin, mêr û zarok) Kurdên Êzidî ketin destê wê.

Di rojên destpêkê yên êrişê de, DAIŞê beşek ji mêr û jinên mezin ên Kurdên Êzidî ji dîlên din ên di destê xwe de veqetandin û piştre ew bi hev re kuştin.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî, di êrişa DAIŞê de nêzîkî hezar û 500 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst