Elawî daxwaza civîneke niştîmanî ya bilez dike

15-10-2017
RÛDAW
Nîşan Eyad Elawî Kerkûk Hewlêr Bexda Heşda Şeibî Hêzên Pêşmerge
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxwaza civîneke bilez a herdu aliyan dike.

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî di daxuyaniyekê de daxwaza civîneke nîştimanî ya bilez dike ku armanca wê, çareserkirina aloziyên navbera Bexda û Hewlêrê de ye.

 

Eyad Elawî wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka herêmên binakok, destnîşankirina nexşerêyekê ji bo dahatûya siyasî divê civîneke nîştimanî ya bilez dest pê bike.”

 

Elawî daxwaz dike gotûbêjên rasterast di navbera Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî de, ji bo çareseriya pirsgirêkan bê encam dan.

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê herwiha hişyariyê dide ku dibe ku di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî de şer derbikeve.

 

Ev daxuyaniya Elawî piştî wê yekê tê ku ji çend rojên bihorî ve hêzên Heşda Şeibî û Polîsê Federalî hêzeke mezin bi tank û top û zirêhpoşan ber bi başûr û rojavayê Kerkûkê ve livandin û li gundê Beşîr û bajarokê Taze bicih kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst