Li Tetwanê geştyara Fransî hat kêrkirin

15-09-2024
RÛDAW
Nîşan Tetwan Bedlîs Geştyara Fransî Albe Giovanngeli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê kesekî bi kêrê êrişî geştyara Fransî kir û ew bi giranî birîndar kir û paşê jî ji cihê bûyerê reviya.

Li gorî agahiyan, geştyara Fransî ya bi navê Albe Giovanngeli ya 29 salî ku bi bîsîkletê li cîhanê digeriya, şeva borî gihiştiye navçeya Tetwanê.

Albe Giovanngeliyê xwestiye şeva xwe li wê derê derbas bike û li peravê Gola Wanê li nêzîkî bendera Ferîbotan konê xwe vedaye.

Îro berê sibehê saet derdora 3:30an kesekî ku heta niha nasnameya wî eşkere nebûye, bi kêrê êrişî geştyara Fransî kiriye.

Geştyara Fransî ya birîndar bi zorê xwe ji nav destê êrişkar rizgar kiriye û xwe gihandiye klubeya ewlehiyê Rêvebiriya Ferîbotan.

Kesên li wir bûne, tîmên hewarçûnê ji rewşê agahdar kirine.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û geştyara Fransî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.

Geştyara ku birîna wê giran e, di bin çavdêriya hûr ya bijîşkan de ye.

Metirsî li ser tenduristiya geştyara Fransî berdewam dike.

Êrişkarê ku piştî bûyerê reviya, hîn jî nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst