HDP: Em di hilbijartinên serokkomariyê de bo lihevkirina li ser yek berbijêrî amade ne

15-09-2022
RÛDAW
Nîşan Saruhan Oluç HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç ragihand,  ku di hilbijartinên Parlamentoyê de ti hevahengiyek di navbera wan û 6 partiyên opozîsyonê de nîne lê ew di hilbijartinên serokkomariyê de bo hevahengî û lihevkirina li ser yek berbijêr amade ne.

Wekîlê Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç her wiha dibêje eger li ser berbijêrekî serokkomariyê li hev nekin ew dê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên serokkomariyê bibin.

Wekîlê Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç îro 15ê Îlona 2022an bi şandekê serdana parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê kir û bi esnaf û dikandaran re civiya.

Oluç piştî serdana dikandar û esnafan li navenda giştî ya partiya xwe ya li Mûşê derbarê mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Sarhan Oluç amaje bi wê yekê da ku wan di hilbijartinên parlamentoyê de ti hevahengiyeke wan ligel maseya 6 partiyên opozîsyona Tirkiye nîne û dibêje, “Di hilbijartinên parlamentoyê de hevpeymaniya me bi xwe heye. Em di hilbijartinên serokkomariyê de jî bo lihevkirinê amade ne. Eger lihevkirinek bibe em dê biaxivin lê eger nebe jî em dê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

Wekîlê Serokê Firaksiyona HDPê bi bîr xist ku di hilbijartinên li Tirkiyê de bêyî partiya wan ti hevpeymaniyek 50 kom 1ê (50+1)  dengan bi dest naxe ku bo misogerkirina desthilatê û diyarkirina serokkomarê Tirkiye pêdiviye û got, ”Ti kes bila me tine nehesibîne. Dema dibêjin em, em ne tenê behsa  HDP dikin. Eger  hûn  dengdêrên HDPê, gelê Kurd û aliyên demokrasiyê yên Tirkiyê tine bihesibînin  û nebînin  em bi zelalî dibêjin em jî we nabînin.”

Di şertûmercên asayî de eger hilbijartinek pêşwext çênebe, hilbijartinên giştî yên Tirkiye dê di Hezîrana 2023ê de bên kirin. HDP jî ligel derdora 6 milyon dengdêrên xwe, weke kilîda yekalîkirina wan hilbijartinan dibîne. Niha maseya 6 partiyên opozîsyonê ku CHP serkêşiya wan dike ji bo ku desthilata xwe misoger bikin û postê serokkomariyê bidestbixin pêdivî bi dengên HDPê û Kurdan in lê bi taybet çend daxuyaniyên dijî HDPê yên berpirs û Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku aliyê duyem ê herî bihêze yê wê hevahangiya partiyên opozîsyonê ye, di nav HDPê û berpirsên wê de bûne sedema karvedanan ku eger heye ji ber vê yekê  HDP bi dengdêrên xwe ve piştavaniya berbijêrê opozîsyonê yê serokkomariyê nekin lê beşeke nivîskar û şarezayên siyaseta Tirkiyê jî bi nêzîkbûna hilbijartinan amajeyan bo asayîkirina peywendiyên HDPê bi AK Partiyê re dikin û dibêjin eger heye AK Partî pêşniyarên ku redkirina wan zehmet be pêşkêşî HDPê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst