Îranê 10 sal zîndan da mamosteya ku zarok ferî zimanê Kurdî dikirin

15-07-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Zara Mihemedî Kurd Rojhilatê Kurdistanê Zimanê Kurdî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamostaya Zimanê Kurdî û çalakavana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî bi tometa hewldana bo têkdana asayişa netewî ya Îranê, cezayê 10 sal zindanê bi ser de hat sepandin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihandiye, Liqa 1 Dadgeha Şoreşê li bajarê Sineyê cezayê 10 sal zindanîkirinê li wê çalakvana Kurd biriye.

Dadgehê duh Sêşemê biryara xwe ya derbarê Zara Mihemedî de aşkere kiriye û parêzerê wê çalakvana Kurd ji birîna wê cezayê agahdar kiriye.

KMMK dibêje, Zara Mihemedî ji bilî mamostetiya zimanê Kurdî û fêrkirina zimanê Kurdî, ti çalakiyeke din nekiriye û dezgehên ewlehhiyê yên Komara Îslamiya Îranê, li ser tometa pêkanîna kom û desteyan bi armanca têkdana asayişa netewî, ti belgeyek nîşan nedane.

Zara Mihemedî sala par li Liqa 1 Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine û bi serokatiya dadwer Seîdî hatibû dadgehîkirin.

Wê çalakvana Kurd pêştir û dema ku di girtîgehê de bû, ji malbata xwe re gotibû ku hêzên emnî guvaş xistine ser wê daku îtîrafê bi hinek tometên bê bingeh bike, lê wê ew yek red kiriye.

Zara Mihemedî endameka çalak a Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn e û roja 23ê meha Gulana 2019 di mala bavê xwe de li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin.

Zara Mihemedî bo dema 6 meh û 10 rojan di girtîgehê de bû. Ew çalakvana Kurd ji aliyê Îdareya Îtilaata Sineyê ve hatibû girtin.

Roja 02-12-2019 Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tumenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn par têkildarî girtina Zara Mihemedî daxuyaniyek dabû û ragihandibû, “di demekê de Zara Mihemed di jêr fişarê de ye k user bi ti partî û aliyekî siyasî nîne û tekane tawana wê ev e ku zarokan fêrî zimanê Kurdî dike.”

Encûmena Nûjîn rêxistineke civaka sivîl e ku ji aliyê hejmarek keç û xortên Kurd ve hatiye damezrandin û di warên çandî û civakî de li parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakiyan dike.

Berî ku bê girtin, wê çalakvana Kurd bi awayekê xwebeş dest bi vekirin û birêvebirina kursên zimanê Kurdî li gund û bajarên ser bi parêzgeha Sineyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst