Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî îdiayên li ser 'peymanên petrolê' bersiv da

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Petrol Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ti daxwazeke Serokwezîrê Iraqê ya derbarê girêbestên petrolê de ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nehatiye redkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva îdiayên hin çavkaniyên nûçeyan ên derbarê girêbestên petrola Herêma Kurdistanê da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku çend çavkaniyên nûçeyan ên Iraq û Herêma Kurdistanê belavkirine qaşo dawiya heftiya borî Serokê Herêm Kurdistanê di civînekê de daxwazeke Serokwezîrê Iraqa Federal a bo eşkerekirina hûrgiliyên girêbestên petrola Herêma Kurdistnê ret kiriye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de dibêje: “Ti civînek di derbarê girêbestên petrolê de nehatine kirin û ti daxwazek bi wî awayî jî çênebûye.”

Di daxuyaniya xwe de herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Ne civînek û ne daxwazek bi wî awayî çênebûye û ti tiştên ne zelal û veşartî jî di girêbestên petrola Herêma Kurdistanê de tunene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst