Hêzên Hikûmeta Sûriyê Çiyayê Kurda mûşekbaran kirin

15-05-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Mûşekbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Hikûmeta Sûriyê, pêgehên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li eniya Kibênê li Çiyayê Kurda yê bakurê Laziqiyê, navçeya Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê û Deşta Xabê li bakurê Hemayê û gundên rojavayê Helebê mûşekbaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) û çalakvanên xwecihî, hêzên Hikûmeta Sûriyê, pêgehên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li eniya Kibênê li Çiyayê Kurda yê bakurê Laziqiyê, navçeya Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê û Deşta Xabê li bakurê Hemayê û gundên rojavayê Helebê mûşekbaran kirine, hevdem firokeyên çavdêriyê yên Rûsyayê li asmanê navçeya agirbestê difirin.

12ê Gulanê jî, firokeyên Rûsyayê navçeya agirbestê li Çiyayê Kurda û Zawiyê bordûman kiribûn, hevdem şer di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst