Derbarê mamosteyê ku ala Kurdistanê parve kiribû de doz hate vekirin

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hudai Morsumbul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka Amedspor-Bursasporê ya ku di 25ê Îlona 2022an de li Stadyûma Amedê hat lîstin, alayên Kurdistanê hatin vekirin. Derbarê mamostayê ku nûçe li ser ala Kurdistanê parve kiribû de lêpirsîn hat destpêkirin.

Derbarê Hudaî Morsumbul ê ku 23 sal e mamosteyê zimanê Tirkî ye de, ji ber pirtûkên bi kurdî yên li ser dîroka kurdan û ala Kurdistanê gelek doz hatin vekirin.

Morsûmbûlê ku li Eskîşehîr, Stenbol û Mêrsînê mamostetiyê dikir, 6 meh in li gundê xwe yê Çewlikê momostetiya xwe didomîne.

Morsûmbûlê ku zêdeyî 10 sal in ji bo zimanê kurdî dixebite, di van 3 salên dawî de ji ber zimanê kurdî 4 dozên cuda hatin vekirin.

Morsumbul da zanîn ku li 8 parêzgehan gilî li dijî wî hatine kirin û got, yek ji dozên li dijî wî hatiye vekirin ji ber ku wî nûçeya Rûdawê ku ala Kurdistanê tê de ye parve kiriye.

Hûdaî Morsûmbûl bi bîr xist ku alîgirên ku di pêşbirka Amedspor-Bursasporê ya di 25ê Îlona 2022an de ala Kurdistanê bilind kirin, hatibûn desteserkirin û got “Wê demê min jî nûçeya Rûdawê parve kir û di wê nûçeyê de ala Herêma Kurdistanê heye. Ji ber vê jî dibêjin 'tu fermanberê Tirkiyeyê yî, tu ala Kurdistanê parve dikî, tu ala me nas nakî'.”

Hudai Morsumbul diyar kir ku yek ji wan dozan ji ber parvekirina pirtûkên dîroka Kurdistanê hatiye vekirin û dibêje “Erê ez kurd im; Ez dîroka xwe dixwînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst