Ava Çemê Munzurê rabû; Cihên geştyarî di bin avê de man

15-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsimna Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur ava Çemê Munzurê rabû û hin zevî û baxçeyên geştyarî jî di bin avê de man.

Ji ber barana ev demeke li bajêr bi tesîr e di çûn û hatin û jiyana rojane de dibe sedema zehmetiyan.

Li bajarê ku baran barî û bi tesîra helîna berfê  ava Çemê Munzurê rabû û di ser re avêt.

Hin zevî û baxçeyên li navenda bajêr ên der û dora çem di bin avê de man û hin  zeviyên navçeya Pulurê jî li ber lehiyên ketin.

Ji ber baranê li ser rêya Dêrsim-Pulur jî lîçik çêbûn û şofêran di rêçûnê de zehmetî kişandin.

Ava Çemê Taxarê û Sûlava Kişnikarê yên li Çemîşgezekê jî bi tesîra baranê zêde bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst