Li Rihayê bijîşkeke 26 salî daliqandî hat dîtin

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bijîşk Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bijîşkeke bi navê Ronahî Sati daliqandî hat dîtin.

Odeya Bijîşkan a Rihayê li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û ragihand ku Ronahî Sati ya 26 salî ku ji ber şert û mercên giran ên kar dest ji kar berdabû xwe kuştiye.

Odeya Bijîşkan di peyama xwe de anî ziman:

“Em gelekî xemgîn in. Ev bûyer careke din şert û mercên zehmet ên bijîşkan tîne rojevê. Zehmetiyên sektora tenduristiyê ne tenê yên şexsekî ne, bi giştî pirsgirêkên civaka tenduristiyê ne.

Ji bo careke din bûyerên bi vî awayî dubare nebin divê gavên pêwîst bên avêtin.”

Odeya Bijîşkan diyar kir ku divê bêdeng neminîn û bi hev re têbikoşin.

Ronahî Sati li mala xwe ji aliyê xizmên xwe ve bi boriya gaza xwezayî ve daliqandî hat dîtin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Ronahî Satî ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst