Amed (Rûdaw) - Hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî Kurmancî û Zazakî li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 3ê mehê de dest pê kir û heta 21ê vê mehê jî dê berdewam bike. Mamosteyek jî hişyarî dide û dibêje, “Midûrên pêwendîdar di şûna ku rêziknameyê cîbicî bikin de, li gorî dilê xwe dersên Kurdî ji formên heyî derdixin.”
Digel ku hibijartina dersên Kurdî mafekî qanûnî ye jî li gelek bajar û navçeyan gerînende û rêveberên dibistanan an qet malbatan agahdar nakin an jî dersên Kurdî ji forman derdixin, forman deforme dikin û li malbatan belav dikin. Ev jî dibe sedem ku dê û bav bi dersên Kurdî nehesin û jê haydar nebin.
`Rêziknameya dersên bijarte nayê cîbicîkirin`
Mamostayekî zimanê Kurdî dibêje, “Em dibînin ku rêziknameya dersên bijarte ya ji aliyê wezareta me ve hatine şandin nayê cîbicîkirin. Li dibistanan guh nadin vê rêziknameyê û sûc dikin. Me ev sûc li dibistanan tespît kirine. Midûrên pêwendîdar di şûna ku rêziknameyê cîbicî bikin de, li gorî dilê xwe dersên Kurdî ji formên heyî derdixin. Yan jî li hinek dibistanan qet forman li malbatan belav nakin. Yan jî bêyî ku haya dê û bavên zarokan pê bixin dersên li gorî xwe li ser navê wan hildibijêrin. Li hin dibistanan jî ji malbatan re dibêjin mamosteyên Kurdî tune ne û nahêlin malbat van dersan hilbêjêrin. Li gorî xala 6'emîn a rêziknameya wezaretê derûnînasên zarokan û îdareya dibistanê divê derbarê dersan de malbatan û xwendekaran agahdar bikin. Lê mixabin li Tirkiyeyê li tu dibistanek vê yekê nakin.”
`Pêşîlêgirtina hilbijartina dersan sûc e`
Piştî giliyên van mamosteyan me berê xwe da sendîkaya mamosteyan a nêzî hikûmetê û helwesta wan pirsî. Rêveberên Egîtîm Bîr Senê dibêjin pêşîlêgirtina hilbijartina dersan sûc e û malbat divê derbarê wan rêveberan de gilî bikin.
Ramazan Tekdemîr, Serokê Egîtîm Bîr Sen a Amedê, dibêje, “Eger li ser formên wan bilîzin û deforme bikin, ev sûc e. Em vê yekê qet qebûl nakin. Divê îdareya dibistanan, mamoste wan forman nîşan bide û malbat kîjan dersê bixwazin dê wê hilbijêrin. Ev heqê malbatan e. Malbat divê bi dilê xwe dersan tercîh bikin.”
Banga baroyan bo dersa Kurdî
Baroyên li bajarên kurdan jî helwesta xwe ya derbarê dersên bijarte de bi zelalî aşkera kirin. Di serî de Baroya Amedê baroyên Êlih, Mêrdîn, Ruha, Şirnex û Wanê bi banga hilbijartina dersên Kurdî li malbatan kirin. Ew amade ne ku di aliyê hiqûqî de jî alîkariya wan malbatan bikin ku rastê astengkirina hilbijartina van dersan tên.
Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê, dibêje, “Eger li dibistanan ji dê û bavan re pirsgirêk derxistin, ew malbat dikarin serî li me bidin. Em ê jî li ser navê wan malbatan li kîjan dibistanê pirsgirêk derxistine serî li dozgeriyê bidin û rêveberên wan dibistanan gilî bikin.”
Di heyama xwendinê ya sala 2013 û 2014'an de 30 hezar û di heyama xwendina 2015 û 2016'an de jî 80 hezar xwendekaran dersên Kurdî hilbijartibûn. Eleqeya îsal jisalên berê gelek zêdetir xuya dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse