Baroya Şirnexê li dijî nivîsên nijadperestî yên li dibistaneke Bursayê gilî tomar kir

14-11-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Şirnexê Bursa Nivîsên nijadperest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê ragihand ku derbarê nivîsên nîjadperestî yên li ser derenceyên dibistaneke parêzgeha Bursa ya Tirkiyê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û dibêje wan derbarê nivîsên nîjadperestî yên li ser derenceyên dibistaneke navçeya Osmangazî ser bi parêzgeha Bursayê de li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê gilî tomar kirine.

Komîsyon di peyama xwe de dibêje: “Baroya me bi tohmeta “Arastekirina xelkê ber bi dijminatiyê û biçûkxistinê” bi armanca ji Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re bê şandin li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê gilî tomar kiriye.”

Alîkarê Darayî yê Sendîkaya Perwerdeyê ya Parêzgeha Bursayê Yusuf Ozmen 13ê Mijdara 2022ê li ser medyaya civakî wêneyê derenceyên dibistaneke wî bajarî belav kiribû ku li ser hatiye nivîsandin “Yan bi Tirkî biaxive yan bêdeng be”.

Ozmen di Twitta xwe de nivîsiye: “Min ev wêne li ser derenceyên dibistaneke Bursayê kişand. Darbeya 12ê Îlonê hat bîra min ku li ser dîwarê Girtîgeha Amedê hatibû nivîsandin ‘Bi Tirkî biaxife gelekî biaxive’. Îro li parêzgeheke wek Bursayê ku çendîn neteweyên cuda têde dijîn, tu bibêjî ‘Yan bi Tirkî biaxive yan bêdeng be’ bi kurt û kurmancî faşîzm e.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst