Bursa: Otomobîlek li barhilgireke kêleka rê qelibî, 4 kes mirin

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Bursa Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê di bûyereke trafîkê de ji malbatekê 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Rêveberiya Trafîkê ya Bursayê ragihand ku bûyerê destê sibehê demjimêr 05.30an rû daye.

Rêvberiyê diyar kir ku li ser rêya serekî ya di navbera Izmîr-Bursayê de otomobîlekê li barhilgireke parkkirî daye û 4 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gor Rêveberiya Trafîkê ya Bursayê, kesên di otomobîlê de Orhan Çalişkan, hevjîna wî Serpil Çalişkan û keça wî Ceyda Çalişkan û keseke din a bi wan re Ceyda Vatanseverê canê xwe ji dest daye.

Herwiha Ramazan Batin Çalişkan û Zumral Şengun jî bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyê hatine birin.

Rêveberiya Trafîkê anî ziman, barhilgir li cihekî yasayî hatibû parkkirin, otomobîl jî bi awayekî bilez û bêyî ku frênê bigire li barhilgirê daye.

Rêveberiya Trafîkê ya Bursayê dest bi lêkolînê kiriye û got, "Dibe ku şofêr raketibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst