Li Mûşê 6 mixtar hatin desteserkirin

14-11-2019
RÛDAW
Nîşan Mûş Mixtar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê 6 mixtar bi hinceta “alîkarî û piştevaniya PKKê” hatin desteserkirin. 

Li gor daxuyaniya walîtiyê Mûşê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di encama xebatên îstixbarî de li ser bi hin malan de girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de 6 mixtar hatin desteserkirin, di lêgerînên li malên gumanbaran da 7 guleyên demanceyan, 2 paçikên sembola rêxistina terorê û yek dolarê seriya Fyê hatin bidestxistin.

Hat îdiakirin ku mixtarên hatine desteserkirin peywendiya wan bi “rêxistina terore” ve heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst