Li Girava Axtamarê xebatên nûjenkirinê dest pê kir

14-10-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Girava Axtamarê Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girava Axtamarê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xebatên nûjenkirinê dest pê kir.

Girava Axtamarê yek ji navçeyên herî balkêş ên geştyariyê ya parêzgeha Wanê ye.

Girava Axtamarê bi bedewiya xwe 4 demsalan pêşwaziyê li hezaran geştyaran dike.

Ji bo geştyar bikarin demên xweştir derbas bikin rayedarên parêzgehê li giravê çend proje û karên nûjenkirinê dane destpêkirin.

Rêveberê Muzexaneya Wanê Erdal Acar li ser nûjenkirina giravê wiha got:

"Di çarçoveya van xebatan de ku bi armanca amadekariya sezona geştiyariyê ya 2024an tên kirin, destpêkê sîstema ronîkirina derdorê, glopên derdora sûrê û dêrê tên nûjenkirin.

Sîstemên me yên kamerayan tên nûjenkirin. Kapasîteya panelên tavê ku elektrîka giravê dabîn dikin bo 5 qatan tê zêdekirin.

Li giravê rêyên meşê bo geştiyaran tên sererastkirin û nûjenkirin.”

Axtamar ji bilî ku navçeyeke geştyarî ye di heman demê de bo Xrîstiyanan jî cihekî pîroz e.

Salane di meha Îlonê de ji 4 aliyên cîhanê Xrîstiyan ji bo merasîma olî ya li dêra dîrokî ya giravê berê xwe didin Axtamarê.

Tê plankirin heta dawiya salê karûbarên nûejnkirinê temam bibin û Axtamar bi awayekî xweşiktir pêşwaziyê li geştyaran bike.

Geştiyar Yakup Kiyat wiha anî ziman, “Sererastkirinên derdorê gelekî xweşik in. Rê û dîwar tên çêkirin.

Kafeyek li ser ban hatiye çêkirin û mirov dikarin bên û li vê derê bêhna xwe vedin. Bi nêrîna min gelekî baş çêbûye.”

Geştyar ji navçeyên Westan û Artemetê yên Wanê bi keştiyan di 30 deqeyan de digihin Axtamarê.

Li gorî amarên Rêveberiya Muzexaneyan a Wanê di 9 mehên destpêka îsal de nêzîkî 150 hezar kes çûne serdana vê giravê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst