Li gupika Çiyayê Nemrûdê ecîn çêkirin

14-10-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Semsûr Çiyayê Nemrud Ecîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya "Festîvala Ecîna Semsûrê” de li gupika Çiyayê Nemrûdê ya ku di nav Lîsteya Mîrata Çanda Cîhanê ya UNESCOyê de cih digire û berhema herî xweşik a 8emîn a cîhanê tê hesibandin ecîn hat çêkirin.


undefined


Festîvala Ecîna Semsûrê ya ku îsal cara ewil e li bajêr tê sazkirin dewam e. Di vê çarçoveyê de endamên ÇÎGDERê derketin serê Çiyayê Nemrûdê û li lûtkeya çiyê ecîn strandin. Ecîna ku hatî çêkirin pêşkeşî endamên çapemeniyê yên ji Enqere û Stenbolê bo şopandina festîvalê çûbûn bajêr û geştyarên li wê derê bûn, hat kirin.


undefined


Welatiyên li serê Çiyayê Nemrûdê ku cara ewil e bi rewşeke wiha re rû bi rû man têlefonên xwe derxistin, dema strandin û pêşkeşkîrna ecînê tomakirin.


undefined


Serokê Lijneya Rêveberinê ya ÇÎGDERê Saît Aybak daxuyanî diyar kir ku di bazara ecînê de ji hezarî zêdetir sazî kar dikin. 


undefined


Aybak ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi qasî 30 hezar cihên lê ecîn tên firotin hene û nêzî 100 hezar kes bi xêra vê sektorê debara mala xwe dike û wiha pê de çû: "Dahata ji ecînfiroşiyê tê, ji milyarek lireyî zêdetir e û rojê bi qasî 100 ton ecîn tê çêkirin. Ji sedî 85ê bazarê di destê Semsûriyan de ye û ji ber vê jî tiştekî pir normal e ku ecîn li ser navê Semsûrê hatiye tescîlkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst