Şaredariya Kobaniyê ji bo xizmetguzariyan 5 milyon dolar xerc kiriye

14-09-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Bajarê Kobanî rojane mezin dibe
Bajarê Kobanî rojane mezin dibe
Nîşan Kobanî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) – Şaredariya Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê îsal ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan derdora 5 milyon dolar xerc kiriye. Gelek proje heta niha temam nebûne û dê ji bo 2 salên din berdewam bike. Herwiha projeyeke berfirehkirina tora ava vexwarinê jî tê bicîkirin ku têra tevahiya xelkê bajaêr bike.

Rêveberiya Avê li Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê rojane 8 seatan 12 hezar metre kûp avê dide xelkê bajarê Kobaniyê.

Tora Giştî ya Ava Kobaniyê avê dide 10 hezar malbatan. Rêveberiya Ava Kobanê çend caran tora giştî ya avê berfirh kiriye da ku kêşe û pirsgirêkên qutbûna avê çareser bikin.

Hevseroka Rêveberiya Avê li Kobaniyê  Xalîsa Hac Ebdilqadir ji Rûdawê re got: "Av niha digihe ji sedî 90 bajar, lê ji ber ku karînên me lawaz in em nikarin bi hev re avê bidin tevahiya bajêr. Em li se du beşan her du rojan careke avê didin."

Niha di nav bajarê Kobanî de çend projeyên avakirin û xizmetguzariyê di warê cîbîkirinê de ne. Wek qîrkirina hinek rê û otobanan û kevirkirina bazarê û herwiha projeya tesrîf û herikandina ava baran û şap û lehiyan.

Heta niha 5000 hezar dolar ji bo van projeyan hatine xerckirin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Şarederiya Kobaniyê Faris Etê jî dibêje: “Proje gelek in. Di nav bajar de nêzîkî 5 milyon dolar ji aliyê şaredariya Kobaniyê ve îsak hatiye xercikrin."

Ji destpêka krîza Sûriyê ve li tevahiya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rewşa xizmetguzariyan têk çû, nexasim arîşe û pirsgirêkên av û elektrîkê li Rojavayê Kurdistanê derketin holê.

Di halê hazir  de heta radeyeke berçav pirsgirêka elektrîkê bi giştî hatiye çareserkirin, lê ya avê ku pêwistiyeke herî sereke ya jiyanê ye, heta niha jî bi dawî nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst