Şemzînan – 3 roj qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin

14-09-2016
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Colemêrg Şemzînan Herêma Qedexekirî Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, li 1 gund û 3 mezrayan, bo heyama 3 rojan qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.

 

Walîtiya Colemêrgê îro di daxuyaniyekê de diyar kir, ku li 1 gund û 3 mezrayên girêdayî navçeya Şemzînanê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.

 

Li gorî daxuyaniyê, qedexeya hatonûçûnê ji îro çarşemî saet 15:00ê piştî nîvro dest pê dike û dê heta 3 rojan berdewam be.

 

Di daxuyaniya walîtiyê de, gundê Altinsu û mezrayên girêdayî wî gundî, Dereboyu, Meydan û Elde weke herêmên qedexekirî hatiye ragihandin.

 

Walîtiya Colemêrgê herwiha amaje bi kuştina kandîdê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) di hilbijartinên giştî yê 2015an de, Budak kiriye û destnîşan kiriye, bo gitina encamderê êrişê, hêzên ewlehiyê operasyon dest pê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst