AMED - ‘Êrişên li kafeyan nayên qebûlkirin’

14-07-2024
Abdulselam Akinci
Daxuyaniya saziyên Amedê \ Wêne Rûdaw
Daxuyaniya saziyên Amedê \ Wêne Rûdaw
Nîşan Amed Dogan Hatun Êriş Amed Kafe Hewş Kafe Karga Bahoz Damlayici
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Saziyên Amedê û hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyên Amedê êrişa li ser her du kafeyên Sûrê şermezar kir.

11ê Tîrmehê li navçeya Sûrê ya Amedê bi bi bombeya dengî û çekan êriş li kafeyên bi navên Hewş û Kargayê hatibû kirin.

Di êrişê de zirareke canî çênebûbû û gule li dîwar û deriyên kafeyan hatibû reşandin.

Li gorî zanyariyan, 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribû hatine desteserkirin û lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Endamên Platforma Parastin û Bipêşxistina Amedê, hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyên Amedê li navçeya Sûrê çûn her du kafeyên ku êriş li wan hatibû kirin.

Endamên Platforma Parastin û Bipêşxistina Amedê li ber kafeya Hewş û Kafe Kargayê êrişên li kafeyan şermerzar kir.

“Em dê pêvajoyê bişopînin”

Hevseroka Sendîkaya Tenduristiyê û Endama Platforma Parastina û Bipêşxistina Amedê Yildiz Okorakê got:

“Em dibînin ku bûyerên bi vî rengî yê ji bo ewlehiya giştî metîrsîdar in zêde dibin.

Ji bo bûyerên bi vî awayî berdewam nebin divê tevdîrên bergiriyê werin girtin. Em radigîhînin ku em dê proseyê bişopînin.”

Êvara 11ê Tîrmehê li navçeya Sûrê ya Amedê bi bombeya dengî û çekan êriş li du kafeyan hatibû kirin.

Li gorî gotina xwediyê kafeyan berî êrişê di 7ê mehê de hin kesan gef li wan xwaribûn û piştre jî ev êriş çêbûne.  

Xwediyê Kafeya Hewşê Bahoz Damlayici jî wiha got:

"Pêşî bombeya mijê teqandin piştre bi çekan êrişî me kirin. 3 kesan êriş kir. 

Dibe ku bi vê êrişê jiyana me bi dawî bibûya, ev rastî jî hebû.

Yanî van tiştên ku li ser Amedê û gelê me çêdibe bi rastî qet ne xweş in.”

“Ev polîtîkayeke qirêj e”

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun jî li ser êrişê wiha got:

"Dibêjin beriya heftêyek çend kesên ku ji xwe re dibêjin selefi hatine û gotine, 'kesên sere wan vekirîne û cilên wan vekirîne hene li vir em naxwazin bikevin vê kûçeyê' em jî ji wan re dibêjin hûn ji ku der ê hatine?

Hûn kî ne ji ku hatine ketine vî bajarî ku hûn dixwazin reng û nexşeya vî bajarî biguherînin. Hûn kî ne?

Hûn xwe çi dihesibînin. Hûn dê renge vî bajarî diyar bikin. Ez bawerim ew ne ji Amedê ne.

Ev polîtîka ye, em vê polîtiya qirêj di nava kûçeyên xwe de, di navên taxên xwe de, di nava bajarê xwe de naxwazin."

Li gorî zanyariyan, 3 kesan êrişî kafeyan kirine û piştî bûyerê ew ji aliyê asayîşa Amedê ve hatine desteserkirin û lêpirsîna li ser wan berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst