Li Kirmaşanê 3 keç ji ber dîlanê hatin desteserkirin

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê parêzgarê Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, 3 keç bi tohmeta ku li ser pirekê dîlan girtine û reqisî ne desteser kirine, herwiha baxeke şahiyan jî hatiye girtin ku jin û zilaman bi hev re lê dîlan girtine.

Berpirsê Polîsê Kirmaşanê, Hesen Heyderî dibêje, 3 keçan li ser pireke li navenda bajarê Kirmaşanê sema kirine û piştre jî vîdyoya xwe di torên civakî de belav kirine, piştî wê yekê derbarê mijarê de wan lêkolîn da destpêkirin û hêzên polîs ji bo desteserkirina wan keçan dest bi hewldanan kirin û ew desteser kirin.

Bi gotina Berpirsê Polîsê Kirmaşanê, lêkolîn bi wan keçan re hatiye kirin û dosyeya wan jî bo dadgehê hatiye şandin da ku bêne cezakirin.

Hesen Heyderî diyar jî kir ku wan baxeke şahiyan jî girtine, ji ber ku li wê derê jî jin û zilam bi hev re reqisîne.

Heyder dibêje, piştî ku vîdyoya wê merasimê belav bû, polîsê Kirmaşanê hewlên xwe ji bo dîtina wî cihê destpê kirin û paşê bi alîkariya Saziya Dadê ew cih girtin.

Beriya çend rojan vîdyoya merasima derçûna xwendekarên beşa Dermansazî ya Zanîngeha Pizîşkê ya Kirmaşanê di torên civakî de bi awayekî berfireh belav bibû û di dîmenan de xuya dibe ku keç û kur bi hev re dîlana Kurdî dikin.

Her ji ber vê sedemê jî Serokatiya Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê biryara dûrxistina 7 mamosteyên zanîngehê daye ku beşdarî wê merasîmê bibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst