Li Duhokê 25 proje tên bicihkirin

14-07-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Banka Navdewletî piştgiriya projeyan dike
Banka Navdewletî piştgiriya projeyan dike
Nîşan Duhok Proje
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li parêzgeha Duhokê 25 proje tên bicihkirin, ku avakirina dibistanan, çêkirina rêyan û hin pirojeyên din yên xizmetguzariyê li xwe digire. 

Ew proje di çarçoveya wî perey de ye ku banka navdewletî bi parêzgeha Duhokê dane ku bi qasî 3 milyon dolara ye û ji bo bicîkirina wan pirojeyan hatine terxan kirin.

Niha beşek wan projeyan ketine warê bicîkirinê û herwiha biryar e dest bi beşeke din jî bê kirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Tetetjî dibêje, li gor xawesteka xelkê li wan navçeyan pêroje tên bicîkirin.

Derbarê vê yekê de Elî Teter ji Rûdawê re got: “Proje her wekî min gotî xelkê wan gundan ka çi dixwazin û yên bilez çi ne, em dê cîbicîbikin. Bo heyama 5 salan parêzgeha Duhokê dê sûdê ji vê projeyê werbigire û her sal bi qasî 3 milyar heta sê milyar nîv dînar tê terxankirin.”

Projên têne bcihkirin, 10 projeyên rêyan ligel nûjenkirina 7 dibistanan û 8 projeyên avê li ser sînorê navçeyên Duhokê Amêdî, Şêxan û Sêmelê û salên bê de gundên navçeyên din jî dikevin wê plane.

Rêveberê Sindoqa Geşepêdana Duhokê Hewar Tahir jî got: “Projên me hemî projên xizmetguzarî ne weke çêkirin û nûjenkirina rê û wêstgehên avê û dibistan û yên peywendî bi çandinivê  hene.”

Beşekê zêde ya projeyan rêyên gunda ne, nemaze ew gundên dûrî  yekîneyên kargêrî, pêwîstiya wan zêdetir bi rêyan heye.

Welatiyê bi navê Dilşad Subhî jî dibêje: “Ev e ji 1992 an ve me rêya me hate çêkirin û ne jî ava me. Dibêjin em dê rêya we çêkin, lê em dixwazin bi başî çîkin.”

Banka Navdewletî qerzekê 300 milyon dolar daye hikûmeta Iraqê û beşekê wê qerzî bo projên sê parêzgehan hateye terxankirin ew jî Duhok, Musena û Selahedîn e daku projên xizmetguzarî lê encam biden.

Hinek ji belînderan her zû dest bi projeyên xwe kirin û divê di heyama heşt mehan de hemû proje werin bidawîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst