Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Rihayê red kir ku li navçeya wê parêzgehê Heranê, deng bi komî hatine dayîn û karmendên li ser sindoqan hatibe derbkirin.
Li ser medyaya civakî dîmenên ku nîşan didin bi komî li ser pusûleyên dengan, mohr bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatiye xistin hatin belavkirin. Hatibû îdiakirin ku ew dîmen li navçeya Heranê ya Rihayê hatine tomarkirin.
Parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê van îdiayan de bersiv da.
Di daxuyaniya xwe de Parêzgariya Rihayê dibêje îdiaya ku dibêje li navçeya Heranê dengên komî hatine dayîn û kesên sindoqan derb kirine, piştî lêkolanî wan derketiye holê ne rast e.
Di daxuyaniya nivîskî de herwiha hate gotin ku derbarê kesên ku li ser medyaya civakî ew dîmen parve kirine lêpirsîna edlî hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse