Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Hilbijartin çavkaniyên rewatiya desthilata Herêma Kurdistanê ne.”
Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.
MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê kirin.
Forumê doh dest pê kir û dê îro biqede û gelek rayedarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya panelekê de axaftina xwe pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî derbarê pirseke li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got:
“Hilbijartin çavkaniyên rewatiya desthilata Herêma Kurdistanê ne.
Ji sedî 72yê xelkê deng da û em dibînin ku rêya demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê geş dibe.”
Tê Nûkirin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse