Li Rihayê 2 rojan çalakî hatin qedexekirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parêzgariya Rihayê Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê  Kurdistanê hemû çalakiyên wekî meş, civîn û xwepêşandan 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê li ser qedexekirina çalakiyan daxuyaniyek da.

Parêzgariyê ragihand ku li Rihayê û navçeyên wê ji bilî çalakiyên ji aliyê parêzgariyê û qeymeqamtiyê ve destûr ji bo wan tê dayîn, hemû çalakî yên wekî civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî 2 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî parêzgariyê qedexe sibe saet 07:00an dest pê dike û dê heta 2yê Kanûna Pêşînê saet 07:00an bidome.

Her wiha di çarçoveya qedexeyê de hatina welatî û otomobîlan a ji derve ya Riha û navçeyên wê jî hat qedexekirin.

Parêzgariyê ji bo hinceta wê jî diyar kir, “ji bo piştgiriyê nedin çalakiyan”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst