HezKurd ji bo dersa Kurdî dê derî bi derî bigere

14-01-2022
RÛDAW
Nîşan HezKurd Dersa Kurdî Dersa Bijarte Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ji bo ku têkildarî dersên bijarte malbatên Kurd û xwendekaran agahdar bike, dê dakeve qadê û kampanyayeke hişyarkirinê dest pê bike. HezKurdê ragihandiye, ew dê çalakiyên xwe li Şirnexê dest pê bikin û broşuran belav bikin.

HezKurd, ku ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên Kurd ve bo parastin û vejandina zimanê Kurdî hatiye avakirin, biryar da ku ji bo tercîhkirina dersa bijarte ya Kurdî ya bi herdu zaravayên Kurmancî û Zazakî ji aliyê xwendekarên Kurd ve, çalakiyan li dar bixe.

Di daxuyaniya HezKurdê de ku li ser hesaba twitterê ya wê rêxistinê hatiye belavkirin, tê gotin, “Ji bo agahdarkirina malbatên Kurd, hemî xwebexşên me dê derî bi derî bigerin. Roja şemîyê destpêk li Şirnexê bi pêşengiya rêvebirê HezKurd Fethullah Elçî em destpê dikin.”

HezKurdê diyar kiriye, kampanyaya wan dê paşê li bajarên din  ehta 21ê Çileyê bidome û ew dê 20 hezar broşûran belav bikin.

Ji roja 3ê vê mehê ve malbatên xwendekaran dest bi tejîkirina formên xwendina bi zimanê bijarde li dibistanan kirine. Hinek dibistanan jî bi awayê online form xistine ber destê malbatên xwendekaran.

Ji sala 2012an ve li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, Zanîngeha Alparslan a Mûşê, Zanîngeha Çewlîgê û Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin û heta niha 1500 xwendekaran ew beş qedandine, lê ji vê hejmarê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Li Bakurê Kurdistanê rêxistinên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin dibêjin, eger hejmara xwendekarên xwendina dersa bijarte ya Kurdî bi herdû zaravayên Kurmancî û Zazakî zêde be, Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê neçar dibe zêdetir mamostayên zimanê Kurdî dabimezrîne û bi vê jî derçûyên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî wek mamostayên zimanê Kurdî tên damezrandin.

Li her dibistanekê ji bo vekirina polekî Kurdî wek pêwîst divê 10 xwendekar daxwaza dersa bijarte kiribin ku ew pol were vekirin ligel wê proseya serlêdana dersên bijarte ku ji 3ê Çile ve destpê kiriye û dê 21ê Çile bi dawî bibe.

Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di sala xwendina 2015-2016an de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine. Ji vê hejmarê 71 hezar û 616 xwendekaran dersa zaravayê Kurmancî û 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa zaravayê Zazakî hilbijartine.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst