EFRÎN - Çekdarên Emşat 2 bira li gundê Kaxurê girtin

14-01-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Suleyman Şah ku ser bi Tirkyê ve ye, li herêma Efrînê 2 birayên hevudu ji gundê Kaxurê ser bi Mobata ve girtin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja yekşemê çekdarên grûpa Sultan Suleyman Şah her du welatiyên bi navê Welat Hec Elî 38 sal, û Idrîs Hec Elî 35 salî yên ji gundê Kaxurê girtine.

Li gor heman Rêxistinê, herdu welatî ku birayê hev in, bi tohmeta xizmeta serbazî ya ji bo Rêveberiya Xweser a berê ya li Efrînê hatine girtin.

Rêxistinê herwiha diyar kiriye, ku herdu birayên girtî ji bo navenda grûpa Sultan Suleyman Şah ku bi navê Emşat jî tê naskirin, li Şiyê hatine veguhestin.

Serokê Ofîsa Hawarçûnê hate girtin

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku roja yekşemê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên grûpên çekdar, Serokê Ofîsa Hawarçûnê li Efrînê Mihêdîn Şêx Henîf ku xelkê gundê Avrazê ye, di nav ofîsa wî de girtin.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê diyar kir ku heta niha sedema girtina wî ne diyar e.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re aşkere kir ku, grûpên çekdar roja înê welatiya Kurd Emel Mihemed Nûr ji gundê Mareskê ji nav mala wê girtine û heta niha sedema girtina wê ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst