Droneke Tirkiyê otomobîlek li Amûdê kir armanc

13-11-2022
RÛDAW
Nîşan Amûdê Rojava Êrîşa bi dronan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke artêşa Tirkiyê îro sînorê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek kir armanc û li gor agahiyan di êrîşê de birîndar hene.

Îro Yekşembê 13ê Mijdara 2022an droneke artêşa Tirkiyê li gundê Sinciq Sadûn ê ser bi bajarê Amûdê ve otombîlek bombebaran kir.

Li gor agahiyan, otombîla ku hatiye bombebarankirin ji corê Hyunday Santafî bûye.

Heta niha ne hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û ne jî HSDê daxuyanî li ser êrîşa îro nedane.

Medyaya nêzîkî HSDê û Rêveberiya Xweser dibêje, di wê êrîşê de 3 welatî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Amûdê hatine şandin, û rewşa wan baş e.

Roja duşema bihorî jî, Tirkiyê bi dronekê otombêlek li Qamişlo bombebaran kiribû, HSDê gotibû di wê êrîşê de şervanekî wan canê xwe ji dest daye û du sivîlên pê re jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst