Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Letîf Reşîd kir

13-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Letîf Reşîd Serokkomarê Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Piştî hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokkomarê nû yê Iraqê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê pîrozbahî lê kir û ragihand, “Em hemû rastî gelek aloziyan hatine. Niha divê îradeyeke rasteqîn hebe ji bo ku ji nû ve dest pê bikin.”

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hat kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twittera got, “Pîrozbahiyê li Dr. Letîf Reşîd dikim ji bo hilbijartina wî wek Serokomarê nû yê Iraqa Federal. Min daxwaz ji wî kir ku bi erkê xwe yê girîng rabe ji bo parastina mafên destûrî yên hemû Iraqiyan û Herêma Kurdistanê jî di nav de.”

Barzanî di twîttera xwe de wiha got: "Em hemû rastî gelek aloziyan hatine. Em hemû rastî gelek aloziyan hatine. Niha divê îradeyeke rasteqîn hebe ji bo ku ji nû ve dest pê bikin. Êdî nabe ku daxwaz û pêwîstiyên xelkê bêne paşguhkirin.”

269 parlementer beşdarî gera duyem a hilbijartina serokomariya Iraqê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûne û dengên Berhem Salih jî wek xwe mane.

Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.

Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kî ye?

Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd;

- Di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye.

- Di sala 1968an de, li Zankoya Liverpoolê beşa endezyariya şaristaniyê qedand.

- Di sala 1976an de li Zankoya Manchesterê doktora xwend.

- Li Yemenê û Erebistana Siûdiyê rêveberê projeya xorak û cotkariyê FAO bû.

- Endamê Encûmena Rêveber a Kongreya Nîştimanî ya Iraqê (INC) bû.

- Di sala 1986an de nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê Brîtanyayê bû.

- Di sala 2004an de bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst