Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya pirsa Kurd dixwaze

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Pirsa Kurd Tirkiye Yekîtiya Ewropayê Sanchez Amor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê di reşnivîsa rapora îsal a Tirkiyeyê de xwest ku ji bo “Pirsa Kurd” pêvajoyeke siyasî ya nû û rêzdar dest pê bike.

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê Sanchez Amor ê Îspanyolî, reşnivîsa rapora Tirkiyeyê ya îsal amade kir.

Di raporê de mijarên wekî pirsa Kurd, demokrasî, mafên mirovan, Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Qibris, peywendiyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê, endamtiya Swêdê ya NATOyê û peywendiyên Enqere û Moskowê cih digirin.

Di raporê de hatiye nivîsîn ku peywendiyên Enqere û Moskowê bondoreke neyînî li pêwendiyên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê dikin.

Herwiha hate gotin ku "Derengxistina endamtiya Swêdê ya NATOyê di berjewendiya Rûsyayê de ye."

“Divê Tirkiye pabendî biryaran be”

Di beşeke din raporê de girtina Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala hatiye bibîrxistin û hatiye gotin:

“Divê Tirkiye pêbendî biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgehê Mafên Mirovan a Ewropayê be.”

Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê dixwaze ji bo “Pirsa Kurd” pêvajoyeke siyasî ya nû û rêzdar bide destpêkirin.

“Bandora diyanetê ya ser perwerdeyê metirsîdar e”

Herwiha di reşnivîsa raporê de zêdebûna bandora saziya diyanetê ya li ser sîstema perwerdeyê wekî metirsiyekê cih digire.

Parlamentoya Ewropayê piştgiriya nûjenkirina Yekitiya Gumrikê kiriye û nivîsandiye:

“Heta rêz li mafên mirovan û azadiyên bingehîn neyê girtin, pêwendiyên cîrantiyê yên baş û şertên rêkeftinnameya pêvek ji bo hemû dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê neyên cîbicîkirin”

“Pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê dest pê nake”

Herwiha Parlamentoya Ewropayê diyar kir, “Heta hikûmeta Tirkiyeyê helwêsta xwe bi awayekî berbiçav neguhere pêvajoya sekinî ya endamtiya Tirkiyeyê careke din dest pê nake.”

Parlamentoya Ewropayê ji bo pirsgirêka endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, ji hikûmeta Tirkiyeyê, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û saziyên Ewropayê dixwaze, di navbera aliyan de “hevbeşiyeke stratejîk û karîger” bê avakirin.

Di heman demê de bang li Komîsyona Ewropayê kir ku li ser çarçoveyeke rasteqîne ya wekî “rêkeftineke hevbeşiyê ya hatiye nûjenkirin” kar bike.

“Tirkiye destwerdanê di karên Ewropayê de dike”

Di raporê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku Tirkiye bi rêya welatiyên xwe yên li welatên Ewropayê destwerdanê di karên navxweyî yên welatên endamên Ewropayê de dike.

Îro li Parlamentoya Ewropayê deng li ser rapora Tirkiyeyê tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst