DÎLOK - Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê di dema çandina pora xwe de mir

13-06-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Çandina Porê Yasîn Dibo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ji Rojavayê Kurdistanê li nexweşxaneyeke taybet di dema çandina pora xwe de canê xwe ji dest da.

Welatiyê ji bajarê Til Rifetê yê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Yasîn Dibo (46) ku li Mereşê nîştecih bû, ji bo çandina pora xwe çû nexweşxaneyeke taybet a Dîlokê.

Duh li nexweşxaneyê pora Yasîn Diboyê 46 salî hat çandin.

Lê tê gotin ku piştî çandina porê, Yasîn Dibo li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Yasîn Dibo, termê wî bir.

Hat zanîn ku Yasîn Dibo ji sala 2016an ve li Mereşê dijî û bavê 5 zarokan e.

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst