Ligel Renc hûrgiliyên ‘Shanidar Z’yê nîşan dide

13-05-2024
Bernameya Ligel Renc / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bernameya Ligel Renc / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Shanidar Z
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mijarên "Ligel Renc"ê yên vê hefteyê Shanidar Z û Şikefta Şanederê bûn.

Şikefta Şanederê ya li herêma Barzanê ya Hewlêrê û bermahiyên skeletên Neanderthalan deriyên nû yên zanîna dîrokê li ber mirovahiyê vedikin.

Neanderthal beriya niha bi zêdetir ji 300 hezar salî ji Rûsyayê ber bi peravên Atlantîkê belav bûbûn lê 40 hezar sal berê ji nişka ve winda bûn.

Lêkolerên ji zanîngehên Cambridge û Soranê sala 2015an li Şikefta Şanederê skeletekî Neanderthalan dîtibû.

Piştre hatibû tesbîtkirin ku skeletê Neanderthalan ê ku li cîhanê herî baş hatiye parastin ev e.

Ew skelet bûye çavkaniya têgihiştinek nû ya jiyana Neanderthalan û rê li ber lêkolînerên dîrok, antropolojî û şûnwarnasiyê vedike.

Herî dawî skeleta bi nave “Shanidar Z” ya ku li Şikefteka Şanederê hat dîtin bû mijara belgefîlmeke nû ya Netflixê.

Belgefîlma Razên Neanderthalan (Secrets of the Neanderthals) li ser platforma Netflixê hat belavkirin û bi dîmenên 3D tê nîşandan.

Renc Sengawî vê vefteyê bi mêvanên xwe re hûrgiliyên Shanidar Z û Şikefta Şanederê nirxandin.

Serokê Tîma Lêkolîn û Pişkinînê ya Şikefta Şanederê Prof. Dr. Graeme Barker bû mêhvanê Ligel Rencê û li ser gelek mijaran agahiyên girîng dan.

Prof. Dr. Graeme Barker li ser sedema hilbijartina navê “Shanidar Z” wiha got:

"Profesor Sleky ji bo navlêkirina skeletan hejmarên Romanî bi kar dianîn, wate I, II, V.

Paşê hejmara 10an (X) ji bo navlêkirinê hat tercîhkirin û paşê jî me heta bi 10an hejmarên normal ên 1-2-3-4-5-6-7 bi kar anîn.

Lê me nexwest em hejmareke din bi kar bînin da ku şaş fêhm nekin ew qoqê seriyan bi ser parçeyên din ve ye.

Lewra me tîpa Zyê hilbijard da ku em bibêjin ev cuda ye û em ne piştrast in ka pêwendiya wê bi 10 skeletên din re çi ye."

Bila bibe naveneke geştyariyê

Graeme Barker pêşniyar kir ku Herêma Kurdistanê wê şikefta kevnar bike navendek da ku geştyar berê xwe bidinê û bi rêya wê girîngiya dîrokî ya Kurdistanê ya ji bo mirovahiyê bêhtir fêm bikin.

Graeme Barker diyar kir ku nêta wan heye Şikefta Şanederê ji bo lîsteya UNESCOyê pêşniyar bikin û got:

“Em bi hêvî ne ku dosyeyekê pêşkêşî UNESCOyê bikin da ku Şikefta Şanederê bibe cihekî mîrata cîhanî.

Tenê cihekî mîrata cîhanî li Kurdistanê heye ku ew jî Keleha Hewlêrê ye."

Graeme Barker diyar kir ku ew tim tiştên nû dibînin û berdewam kir:

"Em bi berdewamî tiştên nû dibînin û derbarê wan lêkolînên zanistî dinivîsin.

Di pêvajoya zanistê de jî pêwîst e mirov lêkolînan binivîsin, paşê bidin ber xebatên lêkoleran û pêdeçûnê li ser bikin.

Em jî niha di vê pêvajoyê de ne ku ew jî tomarkirina zanyariyên arkeolojiyê ya bi awayekî modern e.”

Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa jî diyar kir ku ew dê qoqê serê Shanidar Zyê vegerînin Soranê.

Keyfî Mistefa herwiha da zanîn ku naverasta sedsala borî 10 skeletên din li Şikefta Şanederê hatibûn dîtin lê çarenûsa wan heta niha jî nayê zanîn.

Xwendkarê doktorayê Selahedîn Baqî got ku gûman heye tîma biyanî li Şikefta Şanederê gelek tiştên kevnar dîtibin lê belê ew veşartibin.

Graeme Barker ev yek red kir ama je pê kir ku lêkolîn li gorî rê û rêbazên zanistî tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst