Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf barî

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Erzirom, Erdexan, Qers û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê berf barî.

Di vê demsalê de li navçeya Qamûşanê ya Qersê li navenda bajêr baran û li deverên bilind berf barî û çiya bi berfê spî bûn.

Li parêzgeha Erziromê jî li navenda kaşûnê ya Palandokenê berf bariya û mij û mûranê xwe bi ser çiyan de berda.

Herwiha li navçeya Elbakê ya Wanê jî li deverên bilind berf barî û pileyên germê daketin.

Di heman demê de li parêzgeha Erdexanê jî li deverên bilind berf barî.

Şofêrên di rê de bûn li hinek cihan ji ber barîna berfê asê man.

Li parêzgeha Mûşê jî li hinek gundên dikevin deverên bilind ên wê parêzgehê, berfeke zêde barî.

Ji ber barîna berfê bi awayî demkî rê hatin girtin.

Herwiha mînîbusa ku 6 welatî tê de bûn di rê de asê ma.

Piştî demekê rê hat vekirin û mînîbusê xwe gihand Mûşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst