16 sal cezayê girtîgehê li 4 welatiyên Kurd hat birîn

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Desthilata Îranê Rojhilatê Kurdistanê Girtina Welatiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Desthilata Îranê, 16 sal cezayê girtîgehê li 4 welatiyên Bokan û Pîranşarê yên girêdayî Urmiyeyê birî.

Beriya bi sê rojan 3 welatiyên Kurd ên xelkê Pîranşarê yên bi navên Hejar Dilsoz, Akam Xizirzade, Osman Dilsoz û welatiyekî din ê ji Bokanê yê bi navê Suleyman Salik hatibûn desteserkirin.

Dadgeha Tawanan a Pîranşarê 16 sal cezayê girtîgehê li 4 welatiyan birî.

Li gorî zanyariyan ji ber tohmeta endmatiya partiyeke mixalefetê, 2 sal cezayê zindanê li 3 welatiyên bi navên Osman Dilsoz 66 salî, Hejar Dilsoz 30 salî û Akam Xizirîzadeyê 30 salî hatiye birîn.

Dadgehê 10 sal cezayê zindanê li welatiyê bi navê Suleyman Salikî yê 73 salî jî biriye.

Mirovekî yek ji wan kesên hatiye cezakirin ji Rûdawê re eşkere kir heta 20 rojan ew dikarin serî li dadgehê bidin li dijî wê biryarê derkevin eger na dê cezaya wan were bicihkirin.

Silêman Salik 6ê Nîsana 2022an aji liyê asayîşa Rêveberiya Îtilaatê ve hatibû girtin.

Piştî bi çend hefteyan jî Gulana 2022an jî Osman Dilsoz, Hejar Dilsoz û Akam Xizirîzade jî hatibûn girtin.

Li gorî gotina yek ji xizmên wan, piştî girtina wan bi 2 mehan her yek ji wan bi kefaleta 3.5 milyar Riyalên Îranî (Nêzîkî 65 hezar dolar) hatin berdan, heta ku dosyeyên wan hatin çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst