Meral Daniş Beştaş di qezayeke trafîkê de birîndar bû

13-04-2023
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê di nav kar û xebata hilbijartinan de qezayek derbas kir û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gor agahiyan roja Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an li navçeya Gogsî (Qereyazî) ser bi parêzgeha Erzeromê Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş qezayek derbas kir û li gor zanyariyên destpêkê rewşa wê baş e.

Hatiye ragihandin ku di otomobîlê de rêveberekî partiyê jî hebûye û bi şofêr re bi giştî 3 kes bûne.

Her wiha li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê û her 3 kesên birîndar ji nav otomobîlê hatine derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst