Mesrûr Barzanî: Divê Wezareta Navxwe pêdaçûnê di sîstema trafîkê de bike

13-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di heyama 5 rojên borî de 16 kesan ji ber bûyerên trafîkê canê xwe ji dest dan û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê vê yekê de ragihand ku Divê Wezareta Navxwe pêdaçûnê di sîstema trafîkê de bike.

Şeva borî li ser rêya Zînê Wertê ya navçeya Çoman a Hewlêrê, di otomobîla ku ji bilindahiya 100 metreyan kete xwarê de, 5 kesên ji heman malbatê canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Herwiha di heyaman 5 rojên borî de ji bilî van 5 kesan 11 kesên din jî di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê bûyerên trafikê li Herêma Kurdistanê de belav kir û tê de bal kişand li ser sîstema trafîka ya Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî got: “Mixabin şeva borî di bûyereke trafîkê de 5 endamên malbatekê canê xwe ji dest dan. Tenê di nava 5 rojan de li Herêma Kurdistanê 16 kes di bûyerên hatûçûnê de canê xwe ji dest dane. Ez pirse, serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyan dikim û ji birîndaran re jî başbûna zû dixwazim.”

Barzanî diyar kir ku cihê dilgiraniyeke gelek zêdeye ku, salane hijmareke zêde ji xelkê li Herêma Kurdistanê di encama bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest didin û got: “Ji ber vê çendê daxwaz ji welatiyan dikim ku pêbendî şîretên hatûçûyê bin û xwe û kesûkarên xwe biparêzin û xwe û malbatên xwe biparêzin û xwe ji lezê dûr bigirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Divê Wezareta Navxwe pêdaçûnê di sîstema hatûçûnê de bike û rêkarên dana moleta ajotinê tundtir bike. Pêwîst e her tedbîr û amadekarî bêne girtin da ku bûyerên trafîkê kêm bibin û her kes pêbendî mercên ewlehiyê û yasayên trafîkê bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst