Parka Reşîd di dema DAIŞê de girtîgeh bû û niha seyrangeh e

13-03-2021
RÛDAW
Parka Reşîd bi hatina xelkê qerebalix tê de çêbû ye
Parka Reşîd bi hatina xelkê qerebalix tê de çêbû ye
Nîşan Reqa Parka Reşîd Encûmena Sivîl a Reqayê Encûmena Sivîl HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê  Reqayê, parka Reşîd  bi serdana xelkê bûye seyrangheke baş a bêhinvedanê, jiber aramiya ku li nav bajêr heye qerebalixeke zêde tê de çê bûye. Ew park di serdema DAIŞê de girtîgeh bû.

Emîne Ebdullah, akinciya Reqayê, dibêje, “Spas ji Xwedê re, em di aştiyê de dijîn, zarokên min li parkê, demek xweş diqedînin, aramî li nav parkê, dihêle zarok şer jibîr bikin, em hêvîdarin, serdema şer venegere.”

Di serdema DAIŞê de, qedexe bû ku xelkê Reqa serdana parka Reşîd bikin, piştî kontrolkirina bajar ji aliyê HSD ve, Tîma Bersivdana Seretayî çend gorên bikom di nav parkê de dîtin, park paqij û ciwan kirin û niha malbat li gel zarokên xwe bi dilxweşî serdana parkê dikin, û zarok jî demeke xweş li nav parkê diqedînin.

Mihemed Elî, akinciyê Reqayê, dibêje, “Em hatin ku demeke xweş ligel dîmenên suruştê yên ciwan biqedînin. Em kêfxweşin bi van pêşketin û nûjenkirinan li nav parkê. Em bi hêvî ne rewş baştir bibe, jiber dema berê ku em tê re derbas bûn zêde zehmet bû, lewra em kêfxweşin bi vê rewşê, û bi hêvî ne xelk vegerin Reqayê.”

Di dawiya Cotmeha 2017ê de, şervanên HSD bi piştevaniya Amerîkayê û Hevpeymana Navdewletî, bajarê Reqayê ji dest DAIŞê kontrol kirin.

Piştre Encûmena Sivîl a Reqayê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir, ji wan projeyan jî nûjenkirina her 9 parkên bajar, parka Reşîd ku mezintirîn parka bajêre, li ser rûberê 20 doniman hatiye çêkirin.

Bi gotina serokê encûmena sivîl a Reqayê Mihemed Dîb Nûr ku ji Rûdawê re ragihandiye, ku niha rewşa ewlkariyê li bajarê Reqayê baştirîn rewşe li ser asta Sûriyê, jiber bi gotina navborî, aramiya ku li nav bajar heye kiriye ku xelk lê vegerin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst