Fermandarê Helgurd: Pêşmergeyekî di teqîna TNT ya PKKê de jiyana xwe ji dest da

13-03-2021
RÛDAW
Pêşmerge Tariq Qadir ê 45 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da
Pêşmerge Tariq Qadir ê 45 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da
Nîşan Pêşmerge PKK Sîdekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Singanê ya Sîdekan di encama teqîna TNTyê de Pêşmergeyekî jiyana xwe ji da.

Şeva derbasbûyî li herêma Sîdekan a ser bi qezaya Soranê ve ku girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, di dema derbasbûna wesayîta 2 Pêşmergeyan de teqînek çê bû.

Fermandarê Fermandariya Helgurd a yekeya 80, Lîwa Behram Erîf Yasîn, ji Rûdawê re ragihand, “Erkê wan pêşmergeyan li Balekatiye û xelkê navçeyê bûn. Xwestine serdana gundê xwe bikin û li tengava Sînganê a ser bi Sîdekanê ve TNT bi otomobîlan wan ve teqiyaye.”

Li gor zanyariyan di encama teqînê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Pêşmerge Tariq Qadir ê 45 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da,  zewicîbû û 3 zarokên wî hebûn. Pêşmergeyê ku birîndar jî bûye, navê wî Mizefer Hesen e.

Li gor gotina Lîwa Behram, “TNT nû bûye û di çend rojên derbasbûyî de ji aliyê gerîlayên PKKê ve li wê herêmê hatiye danîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst