SEMSÛR: Çîroka dilşewat a Dayika Besê û neviyê wê yê 7 salî

13-02-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Semsûr Dayika Besê Erdheja Mereşê
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) - Di erdheja ku li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê dane, gelek çîrokên bi êş li pey xwe hiştin. Yek ji wan çîroka dayika Besê û neviyê wê yê 7 salî ye. Dayika Besê di erdhejê de 12 kes ji malbata xwe ji dest dane.

Ku ezman bifelişe û agir bi behran bikeve, ku erd biqelişe û fedî bi zinarankeve wê tu hêzek nikaribe wan her çar destan careke din ji hev bike. Bêyî felekê ji ber ku ew dikare.

Besê Karaman dibêje “Qurban hemî çûn hemî çûn. Kulfetê me nîvî çû, nîvî nema. Hemî çûn, hemî binîda man.”

Dibe ku gotin sar, hemû ziman lal bibin lê çîroka dayika Besê û Mihemedê nêviyê wê yê  7 salî wê li 7 qatên erşê bi ziman bibe û xwe berde ser guhê erdê. Wê bêje kerr û korbûyê, ka bûka vê pîrikê ya dayka Mihemed û du xwîşk û birayê wî. Ka qîza dayka Besê û 3 zarokên xwe, ka xwîşka pîra reben û bira pismamên wê?

Dayka Besê got jî “Dayik çu sê jî zarok çun 4 mirin. Wa ye Em yên din jî filitîn. 3 zarok filitîn. Bav filitî şikur. Em dido jî yên yextiyar filitîn. Got bila hûn neçin. Yê Keçikê jî ez bûm qurban. Keçikê jî hevjîn çu. Sisê jî yê wî çûn. Dayik jî bir, met jî bir, hemû birin. Va zarokana bavê xilas kirin. Paşê jî vegerî, ez di binîda bûm ez xilas kirim. Em çi bikin qurban.”

Mihemed Kahraman jî got: “Em ketin xew, min méze kir. Tiştek ket a vêdera min. Wekî din tiştek nebû. Paşê ez ketim erebê de weki din tiştek nebû. Em çûn mektebê. Me mêze kir kû dîrek dike bikeve, em çûn ketin seyera me. Em hundir erebêda man.”

Bersiva pirsa dawîn wê dîsa li ba felekê be. Wê bêje Besê min 12 kes jî te sendin lê waye tu ne bi tenêyî, dora te Bask şikestiyê Semsûrê ne, li navçeya Sincikê tofan û hewar e 24 çar gund đi carekê re bûne fird e kî yên mayî bivesîne, yên çûyî kî bidewisîne pîrê.

Xezal Gunlican anî ziman “Em xewê da bûn. Erd lerizî, em derketin. Heta sibehê em li ber derîyê bûn me agir pê xist. Xwedê kir xér tiştek bi zarokan nehat lê xanî jî xira bûn.”

Fatma Karaman ragihand “Zîngini kete xanî. Xanî tev de çû. Ez rabûm televizyon bi ser min de ket. Lê xwedê ez ji binî de derxistim.”

Îca dora amaran e. 67 kes li van gundan bûne qurbaniyên erdhêjê û 3 hezar nifûs li wê salona werzişê berbelavîne.

Mahmût Baba got “Em derketin der. Li ber çavên me birûskan veda û ew xanî li pêş çavên me hilweşîya. Li kêleka xanî Em nikarîbûn bilivin. Pêşî jêr ve lêxist. Paşê weke hêlekan em çûn hatin. Em daketin kû hezexê lê xistîye. Em ber jor revîyan çûn. Édî me nikarîbû. Em hatin kû li vir 2 kes binîda ne.”

Şaredariya Sincikê wan dihewîne lé đi Roja 7an dê piştî erdhêjê goristana Semsûrê jî nêzî 5 hezar can razandine û çavê wê lê ye jî 20 hezar birîndaran û jî binên du hezar kavilan çi bi destê wê ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst