Bombardumana artêşa Tirkiyê li Çiyayê Gare berdewam e

13-02-2021
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Çiyayê Gare PKK Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Şeva din ve balafirên şer yê Tirkiyê devera Berê Garê li binara çiyayê Gare li parêzgeha Duhokê bombarduman dike.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, bombarduman ji şevê din ve destpê kiriye û heta vê sibehê jî berdewam bû herwiha ji şeva din ve li Dêralûkê jî berdewam dengê balafiran tê bihîstin.

Medya nêzîkî PKKê dibêje ev bû 3 rojin ku Turkiyê dixwaze leşgerên xwe bi riya helîkopteran li çiyayê Gare bicih bike, lê gerîla rê li ber digrin.

Wezareta Berevaniya Turkiyê jî li ser rûpela xwe ya fermî ya Twitterê, vîdiyoyên daketina leşgerên xwe li ser çiyayê Gare belav kirine û dibêje, ku wan gelek veşargehên PKKê kirine armanc.

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta derve yê Amerîkayê ji Rûdaw re ragihand, ku di her çalakiyeke serbazî de li Iraqê, divê rêz li serweriya wî welatî were girtin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku li Çiyayê Gare di 10ê Sibata 2021 de operasyoneke bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst