Mistefa Balî: Projeyeke me heye ji bo parastina mafên gelê Kurd

13-02-2020
RÛDAW
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû
Nîşan Mistefa Balî HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ragihandina HSDê tekez dike, “Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser welatê xwe ne û ne mêvan in” û herwiha dibêje, projeyeke wan a siyasî heye ku mafên gelê Kurd biparêzin û taybetmendiya HSDê di nav sîstema leşkerî ya Sûriyê de bê parastin û li ser vê bingehê ew bo diyalogê amade ne.

Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û rewşa Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhatên li navçeyê nirxandin.

Mistefa Balî derbarê êrişa duh a li dijî serbazên Amerekî li rojhilatê bajarê Qamişlo ku di encamê de aloziyan rû dabû û herwiha kesek hatibû kuştin di bersivdayîna hêzên Amerîkî de, got ku ew kesên hatiye kuştin ne sivîl e û endamekî hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye.

Mistefa Balî amaje bi wê dike ku zêdetir alozî li bajarê Qamişlo rû didin û sedema vê yekê vedigerîne ser wê yekê ku ji destpêka şer heta niha hêzên hikûmeta Sûriyê li Qamişloyê mane û weke gelek deverên din bi tevahî nehatine derxistin.

Derbarê encama dewriyên serbazî yên li ser xaka Rojava tên encamdan jî Mistefa Balî amaje bi pêşwazîkirina wan a li rêkevtina di navbera Rûsya û Tirkiyê de dike bi armanca parastina xelkê sivîl û dibêje ew ne beşek in ji wê rêkevtin û dewriyên wê li wê deverê lê dibêje, li herêmên ku HSD û hêzên hevpeyman ewqas ked dane ku rizgar bikin, nabe ku hêzek din rabe bêje ku ez jî dê li vê deverê dewriyê pêk bînim.

Derbarê danûstaninnê li gel hikûmeta Sûriyê jî Mistefa Balî, amadebûna HSD bo çareserkirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê radigihîne û dibêje ew piştevaniya her pêngavekê dikin ku pirsgirêkan çareser bikin.

Mistefa Balî diyar dike, “Em li gel ti kesî kar nakin em bi kesan re kar dikin” û dibêje, “rejîma Sûriyê ji 2011an ve mantiqa xwe li ser çareseriya leşkerî ava kir. Lê 9 sal derbas û 9 salên din jî derbas bibin dê îspat bibe ku rêbaza leşkerî pirsgirêkan çareser nake. Pirsgirêkeke siyasî, desthilatdarî û dîktatoriyê heye. Sîstema Beas hemû pêkhateyên Sûrıyê nedîtin.”

Berdevkê Ragihandina HSDê tekez dike, “Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser welatê xwe ne û ne mêvan in. Di 10 salên şer de dema ku rejîm û opozisyonê bajar bi ser hev de xerap dikirin, însan dikuştin, goştê însanan dixwarin û însan li kolanan serjê dikirin, me hemû  pêkhateyên li Bakurê Sûriyê parastin bi Kurd, Ereb, Tirk, Misilman, Xirîstiyan û Êzidiyan.”

Herwiha Mistefa Balî dibêje projeyeke wan a siyasî heye ku mafên gelê Kurd biparêze û mafên pêkhateyên din biparêze û taybetmendiya HSDê di nav sîstema leşkerî ya Sûriyê de bê parastin û li ser vê bingehê ew bo diyalogê amade ne.

Derbarê destpêşxeriya HSDê ya bo pêkanîna yekrêziyê di navbera aliyên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê, Mistefa Balî dibêje, ne tenê li Rojava li cihên din jî her Kurdek hêviya wî bo yekrêziyê heye û dixwaza yekrêziya Kurdî ava bibe.

Mistefa Balî dibêje, HSD weke sîwanek û aliyekî garantor xwe pêşkêş dike û amadebûna xwe nîşan dide û dibêje, ev destpêşxeriya HSDê dewama wan hewldanên berê yên bo yekrêziyê ne ku tekez dike, “keda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, keda Kak Mesûd Barzanî tê hebû”. Balî dibêje, ev destpêşxerî ne alternatîv e, lê temamkerê wan hewldanan e.

Derbarê tohmetên ‘HSD ne bêalî ye’ Mistefa Balî dibêje, “HSDê tenê derî nîşan da, lê derî vekiriye ji her aliyekî Kurdistanî re, him Başurê Kurdistanê û him şexsiyetên Kurdistanê, kî bikare bibe alîkar di vê projeyê de û yekrêziya Kurdî ava bike em dê hevdu temam bikin.”

Derbarê rewşa Idlibê de jî ku hêzên rejîmê li ser pêşdeçûna xwe li wê parêzgeha Sûriyê berdewam e, Mistefa Balî dibêje, di çarçoveya rêkevtina di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de Idlib dê radestî hikûmeta Sûriyê were kirin.

Berdevkê Ragihandina HSDê herwiha rexne li gotinên Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê girtin ku gotibû, “Ti kesê Tirkiye venexwendiye bo Sûriyê” û got, “Berevajî wê Rûsyayê Tirkiye vexwend bo Sûriyê, Em weke Kurd Rûsyayê tohmetbar dikin bi rê xweşkirina Rûsyayê li pêş dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve. Ji ber eger erêkirina Rûsyayê neba Tirkiyê nedikarî bikeve Efrînê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst