MEXMÛR – Ji ber nebûna nexweşxaneyê canê xwe ji dest da

13-02-2018
RÛDAW
Ji 16ê Cotmeha 2017an ve nexweşxane girtî ye
Ji 16ê Cotmeha 2017an ve nexweşxane girtî ye
Nîşan Mexmûr Nexweşxane Welatî Mirin Qurbanî
A+ A-

Mexmûr (Rûdaw) – Piştî 16ê Cotmeha 2017an yekane nexweşxaneya Mexmûrê hate girtin. Doktor û karmendên nexweşxaneyê dibêjin ku ji tirsa hêzên ewlehiyê yên Iraqê naçin ser karê xwe, ji ber vê yekê niştecihên navçeyê û derdora wê neçar in ku nexweşên xwe bibin Hewlêrê yan jî Geyareyê.

 

Welatiyên ku dixwazin xwe bigihînin Mexmûrê, divê di rêyên çiyayî re derbas bibin, çimku Pêşmerge û Artêşa Iraqê rêya sereke kirine bereyên rûbirûbûna hev. Rêya 4 xulekan, ji bo xelkê Mexmûrê bûye 40 xulek, li ber niştecihên Mexmûrê pirsgirêka herî mezin jî ew e ku dema nexweşên wan hebin, divê di wê rêyê re derbas bibin.

 

Yekane nexweşxaneya Mexmûrê jî hatiye girtin û niha Mexmûr bê nexweşxane ye.

 

Ji ber tinebûna nexweşxaneyê û nebaşbûna rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê, dema ku malbata welatiya bi navê Zehra ew ber bi nexweşxaneyeke Hewlêrê dianî, Zehra canê xwe ji dest daye.

 

Karmendên nexweşxaneyan diyar dikin ku çendîn welatî weke Zehra heta ku ji Mexmûrê digihîjin nexweşxaneyên Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane.

 

Zehra xwediya 3 zarokan bû ku yek ji wan hê nebûye 40 rojî, rewşa mirina wê weke qurbaniyeke şer e, ji ber nearamiya navçeyê û tinebûna nexweşxaneyê, malbata wê nekariye bi awayekî bilez çareseriyek bibîne.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî êrişî deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin. Mexmûr jî yek ji wan deveran e ku niha kontrola wê di destê hêzên Iraqê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst