Li Dîlokê otomobîlê li holika ewlehiyê da: Miriyek, 3 birîndar

12-09-2023
Nîşan Dîlok Qeza Karmendê Ewlehiyê Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şevê din otomobîlekê li holika (kulûbe/kosik) ewlehiyê da.

Di encam de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser otobana Dîlok-Rihayê otomobîla bi şofêrtiya Kadir P. ji rêyê derket û li holika ewlehiyê ya li kêleka rêyê da.

Di bûyerê de karmendê ewlehiyê Suleyman Ozkalali yê di holikê de mir û 3 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê.

Tîman, termê Suleyman Ozkalali jî vehuhast Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dîlokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst