Dronekê gundekî Amûdê bombebaran kir

13-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê dronekê gundê Qermîtlo bombebaran kir.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva 12ê Çileya 2023ê li gundê Qermîtlo yê li başûrê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê droneke bombebarkirî cihek kiriye armanc.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, zirarên êrîşê tenê maddî bûne, lê belê behsa ti hûrgiliyên din nekiriye.

Aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedane.

Roja 10ê vê mehê jî, di navbera herdû bajarên Qamişlo û Heseke yên Rojavayê Kurdistanê de û li ser Rêya M4 deroneke Tirkiyê otombîlek kiribû armanc û li gor çavkaniyên xwecihî di encam de çend kes birîndar bûbûn û bo nexweşxaneya Qamişlo hatibûn veguhestin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ji destpêka sala 2023 ve pênc êrîşên bi dornan bo ser navçeyên Rêveberiya Xweser hatine pêkanîn ku di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst