SOHR: Di dema operasyona Asayişa Rêveberiya Xweser de çekdarekî DAIŞê xwe teqand

12-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Asayişa Rojava SOHR DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê di dema operasyona Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de çekdarekî DAIŞê bombeyeke destî bi xwe de teqand û xwe kuşt. Di bûyerê de 3 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser jî birîndar bûne.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 11ê Kanûnê li bajarê Reqayê dewriyeyeke Asayişa Rêveberiya Xweser xwestiye di nav malekê de çekdarekî DAIŞê bigire ku berê derheqê wî de fermana girtinê hatibû dayîn.

SOHR dibêje, lê wî çekdarê DAIŞê red kiriye xwe radestî hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê bike û yekser narincokek bi xwe de teqandiye û xwe kuştiye.

Li gor heman çavkaniyê, di encama teqînê de 3 endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser jî bi giranî birîndar bûne.

Di heman rojê de jî, li gundê el-Zirr li rojhilatê Dêrezorê helîkoptereke Hevpeymaniya Navdewletî li nav malekê 2 serkirdeyên xwecihî yên DAIŞê kiribûn armanc û ew kuştibûn.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) duh di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan li rojhilatê Sûriyê operasyonek li dijî DAIŞê pêk aniye û di encama operasyonê de du serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin ku navê yekî ji wan Enes bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst