Asayîşa Rojavayê Kurdistanê: Hêzên me emîrekî DAIŞê girtin

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Asayîşa Rojava DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li Rojavayê Kurdistanê girtina emîrekî DAIŞê li gundewarê Dêrezorê ragihand.

Asayîşa Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) îro di dauxyaniyekê de ragihand, hêzên wan ên taybet (H.A.T) bi piştgirî û beşdariya Koalîsyona Navdewletî li gundewarê Dêrezorê emîrekî DAIŞê girtine.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hêzên me yên taybet H.A.T, îro 9ê Tîrmehê di saetên sibê de, bi piştgirî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, operasyoneke taybet li gundewarê rojhilatê Dêrezorê pêk anîn û tê de yek ji emîrên rêxistina çete ya DAIŞê girtin û dest danîn ser çek û alavên wî yên peywendiyê.”

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê dibêje, “ev operasyon bi pisporî û jêhatîbûneke bilind hat pêkanîn, bêyî ku ziyanên canî di nava hêzên me yên ewlehiyê de çêbibin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Asayîşa Rêveberiya Xweser dibêje, “Ev operasiyona ewlehî ya serkeftî tekezî li ser xurtbûna hêzên me di parastina gelê me û aramkirina herêmên me de dike, herwiha tekezî li ser pabendbûna me bi rûbirûbûna bi rêxistinên çete û berdewamiya kedên ji bo xurtkirina ewlehî û aştiyê li ser axa me dike.”

Ev yek di demekê de ye, ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di dauxyaniyekê de ragihandiye, serkirdeyê DAIŞê Usame el-Muhacir di operasyona roja Înê 7ê Tîrmehê de li "rojhilatê Sûriyê" hatiye kuştin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst