Serokê HAK-PARê: Ger rêyeke din nehêlin, dê Kurd li rêyên cuda bifikirin

12-12-2021
RÛDAW
Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemîr
Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemîr
Nîşan HAK-PAR Latîf Epozdemîr Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr got “sîstema siyasî ya li Tirkiyeyê li ser înkarkirina Kurdan hatiye avakirin û ev sîstem divê bê guhertin. Ger rêyeke din nehêlin, wê demê Kurd dê li riyên cuda bifikirin” Epozdemîr bang li partiyên din ên Kurdistanî jî kir ku ji bo hilbijartinan hevkariyê bikin.

Rêxistina Parêzgeha Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) îro 9emîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreyê de Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr jî axaftinek kir.

Latîf Epozdemîr beşdarî bultena Rûdawê ya bi pêşkêşkariya Dildar Herkî bû û derbarê kongreyê û rojeva Tirkiyê de nirxandinan kir.

Epozdemîr got, “HAK-PAR partiyeke Kurdistanî ye, li ser daxwazên netewî û demokratîk ên gelê Kurd hatiye avakirin. Di serdema nû de dema ku rojeva raya giştî ber bi hilbijartinan ve ye, werin em yekîtiya neteweya Kurd çêkin, navnîşaneke netewî ji gelê xwe re çêbikin. Divê gelê Kurd ji îro û pê de dengên xwe nede partî û tifaqên ku li Tirkiyeyê statuyeke siyasî û netewî ji Kurdan re naxwazin. Armanca me ew e ku em navnîşaneke netewî ji bo Kurdan diyar bikin û di hilbijartinan de dengê xwe bidin partiya xwe ya netewî.”

“Em partiyên Kurdistanê nêzîkî xwe dibînin”

Epozdemir destnîşan ku “Weke HAP-PAR em her tim dibêjin; Em dibêjin ku em amade ne bi hêzên netewî û demokratîk û hemû rêxistin û aliyên ku mafên netewî û berjewendiyên gelê Kurd esas digrin re hevkariyê bikin.”

Herwiha Serokê Giştî yê HAK-PARê dibêje “Helbet em partiyên Kurdistanî nêzî xwe dibînin. Hin ji van partiyan di destpêkê de bi HAK-PARê re hevkarî dikirin. Hin ji wan ji HAK-PARê derketin û partiyên cuda ava kirin, lê me tu carî prensîbên partiya ku me di destpêkê de damezrandibû neguhert. Her çiqas îro ji me hatine veqetandin jî bernameya me nêzî ya wan e. Di warê siyasî de partiyên Kurdistanî yên îro li Bakurê Kurdistanê siyasetê dikin, nêzîkî me ne û em xwe nêzîkî wan dibînin."

Latîf Epizdemîr ragihand “Pergala siyasî ya li Tirkiyeyê 100 sal in li ser înkarkirina Kurdan hatiye avakirin, daxwaza mafên xwe yên neteweyî û nasnameya xwe ya neteweyî qedexe kiriye û pirsgirêka Kurd û Kurdistanê weke pirsgirêkeke ewlehiyê dibîne. Li ser yekperestî, tirkperestî û înkara kurdayetiyê hatiye avakirin. Em dibêjin ku divê ev feraset bê guhertin. Pirsgirêka Kurd ne ewlekarî ye, pirsgirêka gel e ku mafên wî yên netewî ji dest hatine stendi. Divê kurd jî wek miletên din bigihêjin mafên xwe yên demokratîk û mirovî bidest bixin. Em dibêjin divê sîstema li Tirkiyeyê sîstemeke piraniyê be ku Kurd jî tê de nûnertiya xwe bikin.”

“Ger rêyeke din nehêlin, wê demê Kurd dê li riyên cuda bifikirin”

Li aliyê din Epozdemir got "Divê Tirk ji bo jiyana hevpar a bi Kurdan re sîstemeke demokratîk ava bikin, ku HAK-PAR wek sîstema federatîf bi nav dike, ji ber ku federasyon hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê Tirk edalet, wekhevî û berjewendiyên hevpar ên aborî û îktîsadî sîstemeke maqûl e."

Lafît Epozdemîr wiha berdewam kir “Lê belê eger sîstema siyasî ya Tirkiyê vê yekê qebûl neke û Kurdan bi cudabûn û cudaxwaziyê tawanbar bike û rêyeke din ji Kurdan re nehêle, wê demê Kurd neçar in ku li ser riyên cuda yên rizgariyê bifikirin. Ev ji bo hemû gelên cîhanê jî wisa ye."

"Têkoşîna çekdarî ne çareserî ye"

Serokê HAK-PARê diyar kir ku "têkoşîna çekdarî" ji bo kurdan bi taybetî li Tirkiyeyê ne rêyeke derbasdar e û ne "rêya rizgariya neteweyî ye." û got “Tişta ku îro ji bo Kurdan re pêwîst e dîplomasiyeke xurt e, muzakere û di qadeke demokratîk de daxwaza mafên xwe yên rewa ye. Divê em bi bêîteatiya sivîl, xwepêşandanên aştiyane û tevgerên rewa ji vê sîstemê daxwaza mafên rewa yên gelê Kurd bikin.”

"Em mînaka Başûrê Kurdistanê diparêzin"

Di dawiyê de Epozdemîr got "Mînaka Başûrê Kurdistanê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê mînakeke girîng e. Weke HAK-PAR em jî wek îro li Başûr sîstema federal diparêzin. Başûr statuyeke neteweyî bi dest xist. Ji bo Kurdan statuya yekemîn e. Ji bo kurdên cîhanê derfeteke girîng e. Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê dikare siyaseteke ku di qada navneteweyî de neteweya kurd pir baş bi pêş bixe bimeşîne. Siyaseta netewî li ser sazî û bingehên netewî tê avakirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst