NEXT - Dermanê pîrbûnê çi ye?

12-11-2023
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Beşa yekemîn a bernameya NEXTê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Beşa yekemîn a bernameya NEXTê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan NEXT Bername Pîrbûn
A+ A-

Di beşa yekam a bernameya “Next”ê de behsa xewna mirov a herî mezin tê kirin ku ew jî pêşîlêgirtina pîrbûnê û bidestxistina nemiriyê ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê bernameyeke li ser afirandinê diweşîne ku tenê behsa paşerojê dike.

Rêveberê berê yê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê Namo Ebdulah ji bo pêşkêşkirina bernameyeke nû ya televîzyonê ya li ser dahênanê vegeriya Rûdawê.

Bername bi navê “Next”ê ye û behsa dahênanên teknolojî û zanistî yên herî nû yên cîhanê û bandora wan a li ser civakê dike.

Bernameya Nextê dê her du hefteyan carekê rojên duşemê demjimêr 21:00ê bi dema Hewlêrê bi zaravayên Kurmancî yên jêrîn û jorîn li ser ekrana Rûdaw TVyê bê weşandin.

Di bernameyê de, Namo Ebdullah hevpeyvînên taybet bi pisporên pêşeng, dahêner û lêkolînerên li pişt afirandinên herî mezin ên cîhanê di warên hişê çêkirî, biyotek, bijîşkî, enerjiya nûbûyî, valahiya esmên û warên din de dike.

Beşa yekem

Namo Ebdullah di beşa yekem a bernameya Nextê de bi mêvanên xwe yên pispor re behsa çareseriya pîrbûnê dike.

Zana û pispor dibêje gelek nemaye ku ew çareseriyekê bibînin ku pîran ciwantir dike û temenê mirov jî dirêjtir dike.

Bername dê we bibe laboratuvara Zanîngeha Harvardê ku tê de mişkekî kor û pîr tê genckirin û çavên wî lê vedigerin.

Naveroka beşa yekem a bernameya Nextê wiha ye:

Slav! Ez Namo Ebdula me.

Gelo em dikarin dawî li pîrbûna mirov bînin? Gelo em dikarin pîran ciwan bikin ku kevloşk û qermîçok li ser çermên wan nemînin û em dawî li nexweşiyên serdema pîrbûnê bînin?

Ev pirs êdî ne xewnên helbestvanan û ne jî berhemên fîlmên xeyalî ne.

Lê bûne mijarên lêkolînên bijîşkî yên zanîngehên mezin ên cîhanê û di vê xelekê de:

- Ez ê vedîtinên herî dawî yên zanayan li ser sedemên pîrbûnê û çawaniya ji holê rakirina wan, bi we bidim nasîn:

- David Sinclair: "Pirs ne ew e ka dê biqewime yan na. Pirs ev e: Dê kengî biqewime."

- Em ê biçin taqîgeheke Zanîngeha Harvardê ku tê de mişkekî kor û pîr tê genckirin û çavên wî lê vedigerin……

- Nêrîneke zanistî ya nû li ser pîrbûnê derketiye holê:

"Bi baweriya min, heke em weke nexweşî li pîrbûnê binêrin, dê mifadar be."

- ...Gelo pêkan e ku em wê nexweşiyê ji holê rakin û bi sedan sal bi gencî bijîn?

- Jina 51 salî binase ku yekem kes e destwerdana şaneyên laşê xwe kiribe daku genctir bibe:

"Min biryar da ku bibim nexweşa yekem"

- Hevdîtinek bi zanayekî re ku pêşbînî dike mirov rojekê hezar salî bijî.

"Em pir nêzîk bûne ku em pîrbûnê bi rêya bijîşkî kontrol bikin."

- Di dawiyê de, ez ê çend şîretên girîng ên zanayan bi we bidim nasîn ku tu dikarî îro wan di jiyana xwe de pêk bînî daku tu ciwantir bibî û temenê te dirêjtir bibe.

Li beşa bijîşkî ya zanîngeha navdar a Amerîka Harvardê taqîgehek hatiye vekirin û bi dehan lêkolînvan tê de kar dikin ku dawî li pîrbûna mirov bînin. Lêkolînên balkêş ên vê navendê, Taqîgeha Sinclairê, rêveberê taqîgehê kirin stêrkek ku ji bo televîzyon, medya û navendên ragihandin û akademî yên mezin ên cîhanê tê vexwendin.

Ev doktor, David Sinclair, weke nexweşiyeke ku dikare were dermankirin, li pîrbûnê dinêre.

Baş e, çima Dr. Sinclair û lêkolînvanên ku pê re dixebitin, weke nexweşî li pîrbûnê dinêrin? Çimkî li gor wan, wan sedema wê dîtiye. Her ku te sedema qewimîna tiştekî dît, tu dikarî wê sedemê ji holê rakî û çareser bikî.

Li gor Taqîgeha Sinclairê, sedema sereke ya pîrbûna mirov, jinavçûna zanyariyan di şaneyên laşên me de ye. Di şaneyên laşê her mirovekî de, tiştekî bi navê DNA heye ku kodek e û rênîşanên diyarkirina karê şaneyên cuda yên laş li xwe digire. Wek nimûne, ji şaneyekê mêjî re dibêje zanyariyan embar bike û ji şaneyên çerm re jî dibêje ku karê wan çêkirin û parastina çerm e. Li ser her DNAyekê, tiştekî tenê bi navê epigenomê heye. Karê vê epigenomê pir girîng e. Ji şaneyên laş re dibêje çi agahiyên di DNAyê de werbigirin û çi paşguh bixin. Mîna plakekê ye, hin beşên DNAyê vedimirîne û hinên din pêdixe. David Sinclair vê yekê bi CD-ya ku berê hebû re, dide ber hev. Di CD-yê de, wek mînak, stran hatine tomarkirin. Lê ev CD bi derbasbûna demê û bikaranîna zêde re xîjik lê dikevin û êdî hin stranên tê de diavêje. Bi derbasbûna demê re, heman tişt tê ser epigenomê jî û nikare zanyariyan ji şaneyên laş re bişîne daku karên xwe bikin.

Ev jî, wek mînak, dibe sedem ku di pîrbûnê de şaneyên çermê me nizanin karê wan çi ye û çerm piştguh dixin heta kevloşk û qermîçok lê didin der. Şaneyên mêjî nizanin ku karê wan embarkirina zanyariyan e û em tûşî jibîrkirinê bibin.

Hevdîtina Mamostayê Beşa Bijîşkî ya Zanîngeha Harvardê Dr. Vadim Gladyshev

Dr. Vadim: Bê guman, temen dikare were dirêjtirkirin. Em dizanin ku em dikarin temenê her bûnewerekî dirêjtir bikin.

Namo: Nêrîna te li ser jidestdana zanyariya epigenomê çi ye. Heta çi qasî ev sedema pîrbûnê ye?

Dr. Vadim: Em niha daneyên epigenomê weke rêyekê ji bo pîvana proseya bitemenbûnê bi kar tînin. Jê re demjimêra epigenomî tê gotin. Ev di vî warî de pêşveçûneke mezin e ku Steve Horvath dest pê kir. Loma, em vê nêrînê bi kar tînin. Her wisa, epigenom dikare bi rengekî were armanckirin ku bibe sedema gencbûnê."

Dr. Steve Horvath zanayekî zanîngeha navdar a Brîtanya Cambridge-e û li heman zanîngehê, rêveberê taqîgeha bijîşkî ya Altusê ye. Min hevdîtin pê re kir daku bibînim ka em çiqasî nêzîkî dîtina dermanê pîrbûnê bûne.

Hevdîtina bi Mamosteyê Beşa Bijîşkî li Zanîngeha Cambridge-ê Dr. Steve Horvath re

Steve Horvath: Dikare were dermankirin

Namo: Gelo, tu bi Dr. Sinclair û yên din re hemfikir î ku li gor wan pîrbûn nexweşî ye? Ma pîrbûn ne tiştekî xwezayî ye ku her divê çêbibe? Pêkan e were dermankirin?

Dr. Horvath: Ji bo armancên pratîk, li gor min, dê mifadar be ku em pîrbûnê weke nexweşiyekê şîrove bikin. Çimkî gava te ev kir, tu tavilê dibêjî gelo em dikarin dermanê çareserkirina wê berhem bînin? Bi dîtina min, berhemanîna dermanê pîrbûnê armanceke pir hêja ye. Xwezayî yan na? Kî giringîyê dide vê?! Ma jidestdana şiyana dîtinê xwezayî ye? Erê, her ku em pîr dibin, em hemû şiyana xwe ya dîtinê ji dest didin. Lê hîna mimkûn e ku çareseriyek jê re bê dîtin. Ev ji bo her nexweşiyeke din a têkildarî pîrbûnê cîbicî dibe.

Tiştê ku ez dikarim ji te re bibêjim ev e ku David Sinclair lêkolîna xwe di Nature-ê de ku yek ji kovarên herî baş e, weşand. Lêkolîna wî di pêvajoyeke dahûrbûna baldar a pisporan re derbas bû.

Yek ji sedemên ku hiştiye zana bawer bikin ku temenê mirov dikare were dirêjtirkirin û pîrbûn nemîne, taybetmendiyên hin ajelan e. Weke mînak, hûtê serkevan mîna mirov şîrder e û zêdetirî 200 salî dijî. Hin cureyên kûsiyan pîr nabin. Pişemasî yan medûsa namire (heke neyê kuştin) û celebekî cirdan jî heye ku bi penceşêrê nakeve.

Lê heta niha hemû testên vegerandina temen ber bi çaxê xortaniyê ve, tenê li ser ajelan hatine hêçandin û hîna tu testek li ser mirovan nehatiye kirin. Pêkan bû bi rêya derman û guhertina genan, ajel bê ciwankirin û temenê wî jî were dirêjtirkirin.

Seroka Kompanyaya Rejuveron a Çêkirina Dermanan Dr. Aksana Labokha

Dr. Aksana Labokha "Bi rêya dayîna curekî antîbiyotîkan bo mişk, em dikarin temenê mişk ji sedî 30 dirêjtir bikin."

Dr. Steve Horvath: "Hin taqîgehên lêkolînê li ser heman hizirê dixebitin. Hizir ew e ku meriv hin genên ku wekî faktorên Yamanakayê tên nasîn, bi kar bîne. Ev jî bi navê wî kesê Japonî ku wergirê Xelata Nobelê ye, hatiye bikavkirin. Ev faktor ji bo genckirina şane û endamên laş tên bikaranîn. Gelek kes li serê kar dikin û bi nêrîna min hizireke pir hêvîdar e."

Faktorên Yamanakayê cureprotînên taybet in ku şaneyên pîr ên laş ciwan dikin. Li ser navê zanayê Japonî Şînya Yamanaka ku sala 2006an ev dahênan vedît û ji bo wê xelata Nobelê wergirt, hatine binavkirin.

Di taqîgeha Zanîngeha Harvardê de, bi rêya faktorên Yamanakayê pêkan bû şaneyên mişkekî pîr ku kor bû werin genckirin. Ev mişk e, li vir kor e û serê xwe bi tu alîyekî ve nalivîne. Lê piştî hefteyekê ji wergirtina çareseriyê, binêrin çawa serê xwe dihejîne û ev jî nîşan e ku ew dikare bibîne. Doktor Sinclair dibêje ku çavên wî ew qasî baş dibînin, tu nikarî wan ji çavên mişkekî pitik cuda bikî. Lê ne tenê mişk hatiye ciwantirkirin.

Mamosteyê Beşa Bijîşkî li Zanîngeha Harvardê Dr. David Sinclair

"Bi rastî, ev êdî qet ne nihênî ye. Niha bûye zanyariyeke giştî. Meha nîsanê di Konferansa Arvoyê de hat ragihandin. Ev karê Bruce Kasandra û hevkarên wî ye. Nîşan didan ku bi heman pergalê, lê bi rêya genên mirovan, pêkan e şiyana dîtinê li meymûnan bê vegerandin. "

Di demekê de ku di salên 1900an de rêjeya temenê takekesekî Amerîkî 48 sal bû, îro ji 78 salan zêdetir e. Ev jî nîşan dide ku di sedsala borî de, pêşketina teknolojî û vedîtina vaksînan alîkar bûn ku temenê mirov nêzîkî 50% were dirêjkirin.

Bijîşkekî şirketek damezrandiye ku karê wê lêkolînên vedîtina dermanê pîrbûnê ye. Dibêje hêviya wî heye ku zîrekiya çêkirî (AI) alîkariya wan bike ku di zûtirîn dem de dermanekî bibandor bibînin. Ango, dibe ku rojek were, tu biçî cem doktorê xwe û ew dermanekî ji te re binivîse ku te 10 salan genc bike.

Lêkolînvanê Zanistî yê Bilind li Kompanyaya Ora Biomedicalê Dr. Matt Kaeberlein

"Kompanyaya ku xebata min ya akademî bingeh girt, navê wê Ora Biomedical e. Vedîtina dermanekî nû ku temenê biyolojîk armanc digire, tekez dike. Sedema ku em vê girîng dibînin ew e ku pîrbûna biyolojîk sedema sereke ya piraniya nexweşiyên mezin li welatên pêşketî ye. Bi armancgirtina wê biyolojiyê, dibe ku em bikarin temen û heyama saxlemiya mirov heta asteke berçav dirêj bikin. Armanc vedîtina rêyên herî kartêker û bi tibabeke mezin e ji bo ku em temenê biyolojîk bikin armanc daku em bikarin temenê tenduristiya mirov dirêjtir bikin. Şirketê hin teknolojî û robot çêkirine ku tevî zîrekiya çêkirî alîkariya me dikin ku em vî karî bikin. Armanca me ew e ku em milyon molekulan test bikin daku zelal bibe kîjan çêtirîn e û bandora herî zêde li ser pîrbûnê dike."

Rêveberê Kompanyaya Maxwell Biosciencesê J. Scotch McClure

Dr.Scotch: Ev sprêyeke pozê ye ku bi amûra mobayla zîrek re kar dike. App ji te dipirse û demjimêreke diyarkirina temen tê de heye. Ev demjimêr alîkariya te dike ku tu berdewam bizanî rewşa te ya tenduristî çawa ye. Alîkariya te dike ku tu bizanî ka çî din ji bo genctirkirina te alîkar e. Testa herî bihêz ku me li ser ajelan kir, ew bû ku ji hêla darayî ve Enstîtuya Niştimanî ya Tenduristiyê alîkarî kir û wan bi xwe jî ew test pêk anî. Ew jî li ser hamsterên sor hat kirin. Wan ev hamster bi vîrûsa SARS, COVID-2 xist. Ya ku me nîşan da ev bû ku dermanê me vîrus çareser kir. Bi tevahî vîrusên COVID-2 û SARSê di laşê ajel de ji kok rakir.

Mamosteyê Biyokîmya û Fîzolojiyê li Zanîngeha Niştimanî ya Singapûrê Dr. Brian Kennedy

"Gelek lêkolîn li ser pîrbûnê hatine kirin. Eşkere ye ku pêwîstiya me bi lêkolînên zêdetir heye, lê bi nêrîna min, em niha ewqasî dizanin ku em pîrbûna mirov sist bikin. Lê divê em vê yekê piştrast bikin. Hîna lêkolînên pêwîst li taqîgehê nehatine kirin. Me tekezî li ser bidestxistina wê piştrastkirinê kiriye. Bi dîtina min, jinûve bernamekirin pir balkêş e. Warekî heta radeyekê nû ye gava tê ser meseleya pîrbûnê. Divê lêkolînên zêdetir li ser bên kirin, lê jinûve bernamekirin pir hêvîdar e. Paşê, tiştên demdirêj ên din mîna terapiya genê û terapiya şaneya hilmê. Dibe ku bandoreke van tiştan a mezintir jî hebe. Gelo em dikarin temen vegerînin paş? Li gor min, ev pirseke vekirî ye û nêrînên zanayan ên cuda derbarê wê de hene. Gelo em dikarin pîrbûnê sist bikin? Bi baweriya min, piraniya zanayan hevbîr in ku dibe ku ev yek biqewime."

Milyarder û şirketên mezin ên cîhanê xwe tev li vî warî kirine û li çareseriya pîrbûnê digerin. Kompanyaya Google-ê taqîgeheke lêkolînê ya 3 mîlyar dolarî bi navê Calico damezrandiye û vê jî hişt ku kovara Amerîkî ya navdar Time mijarekê bi vê serenavê binivîse: Gelo Google dikare dawî li mirinê bîne?

Yek ji çareseriyên ku çêdibe mirov pê were ciwantirkirin, weke terapiya genê tê binavkirin. Ango destwerdana DNAyê. Ev çareserî li Amerîkayê bi awayekî fermî ji bo hin nexweşiyên wek penceşêrê hatiye pejirandin, lê heta niha ji bo ciwankirinê nehatiye pejirandin û zana hişyariyê didin ku heta lêkolînên pêwîst neyên kirin, bila kes test neke. Lê jineke Amerîkî guh nedaye van hişyariyan.

Seroka Kompanyaya BioVivayê Elizabeth Parish

Namo: Tu dikarî behsa kompanyaya xwe BioVivayê bikî û çi te han da ku tu vê kompanyayê damezrînî?

Elizabeth Parish: Bê guman... Navê kompanyaya min BioViva ye. Em kompanyayeke terapiya genê ne. Em pabendî çareserkirina temenê biyolojîk ê mirov bi rêya genetîkê ne. Me kompanyaya xwe sala 2015an damezrand û me soz da ku em ê testa yekem li ser mirov bikin û bibînin ka ew teknolojiya ku berî 10 salan hatibû çêkirin, dikare temenê biyolojîk dereng bixe. Me pere berhev kir û min biryar da ku ez bi xwe bibim nexweşa yekem da li ser min bê hêçandin. Ger ez vî dermanî bidim kesên din, divê ez piştrast bim ku ewle ye. Zêdetirî 100 carî derzî li tevahiya laşê min hat xistin û li deverên ku metirsiya pencşêrê li ser wan zêde ye, daku ez piştrast bim ku nabe sedema derketina penceşêrê. Paşê, em rawestiyan û li bendê man. Di dawiyê de, sala 2021ê, me encam weşand.

Namo: Ma divabû tu heta sala 2021ê bendewar bî heta tu encamê bizanibî?

Elizabeth Parish: Bi rastî, di heyama şeş mehên pêşî de, me dirêjbûna telemera ku nîşaneke temenê biyolojîk e, dît. Ev jî tenê celebekî temenê biyolojîk e. Dibe ku tu vîdyoya min bibînî ku dibêje temenê xwe 20 salan ciwan kiriye. Lê ev tenê sedemeke pîrbûnê ye. Em hêvîdar bûn ku me karîba pîrbûnê bi tevahî çareser bikin, lê diyar bû ku geneke tenê dê vî karî neke. Divabû em vegerin ser text û genên din ên ku pêkan e pîrbûnê çareser bikin, lêkolîn bikin. Tiştê ku em niha li ser dixebitin rêyeke nû ye ku bi carekê komeke genan tevlî dike daku em bibînin gelo em bandora mezin nabînin û pêşî li pîrbûna te nagirin.

Yek ji pisporên herî navdar ên nehiştina pîrbûnê û dirêjkirina temenê mirov, Dr. Aubrey de Grey e. Ew nivîskarê pirtûkekê bi sernavê: Dawîanîna li Pîrbûnê ye. Ev nêzîkî 30 salî ye ku ev doktor di vî warî de lêkolînan dike û pêşbînî kiriye ku kesê ku 1000 salî dijî îro sax e.

Pisporê Biyolojiya Bijîşkî li Saziya LEVFê Dr. Aubrey de Grey

Namo: Tu dikarî ji temaşevanên me re zelal bikî, çi tiştî te han da ku tu hewl bidî dermanekî ji pîrbûnê re bibînî? Heke ev şêwazeke rast a wesifkirina wî karî be ku tu dikî. Te çawa nêrîna xwe ya endezyarî ji bo çareserkirina pîrbûnê dît û ev teorî çi ye?

Aubrey de Grey: Heta radeyekê, navtêdana min ji bo karkirina di vî warî de, di jiyana min de dereng qewimî. Ez 30 salî bûm. Min hest kir tiştek hebû ku biyologan li ser kar nedikir. Min bawer nedikir biyologek hebe ku nola pirsgirêkekê li pîrbûnê binêre û hewl bide çareser bike. Ev tiştek bû ku min bi tevahî xelet jê fêm kiribû heta ku ez gihîştim vî temenê jiyana xwe. Ji min re eşkere bû çimkî min jineke biyolog xwest. Ji min re pir eşkere xuya dibû ku pîrbûn pirsgirêka herî mezin a cîhanê ye û sedema piraniya kambaxiyan e.

Min çawa nêrîna endezyarî yan (nêrîka têkbirin-çareseriyê) kifş kir? Bi rastî, ev ji dîsîplîneke din hat ku min berê xwendibû: Zanista komputerê ku karê min ê yekem li jiyanê bû. Ez fêrî şêweyeke cuda ya mêzekirina li pirsgirêkên dijwar bûm: Bi rêya şîrovekirina daneyan daku ramanên nû ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji bo me werin.

Gava ez li demboriyê dinêrim, ji min re hinekî sosret e ku kes nefikirîbû ku dibe ku başkirin û hûrkirina şane û hucreyên têkildarî pîrbûnê, ji sistkirina rêjeya ku laş ji pêşî ve şaneyan dişkîne, hêsantir be. Dibe ku 10 sal çûbin heta ez hevkarên xwe ku pisporên vî warî ne razî bikim ku ev ramaneke watedar e. Îro heta radeyeke mezin, ev ramaneke gelemperî ye û êdî qet hewce nake ez hincetan jê re bibînim.

Namo: Berî nêzîkî bîst salan, te got mirovên ku hezar salî dijîn îro sax in. Gelo ev nerîna te hîna maye?

Dr. de Grey: Min tam wiha negot. Min got ku "dibe ku" sax bin. Ev cudahiyeke girîng e. Di teknolojiyê de, tu qet nizanî çiqasî dimîne heta tu digihî çareseriyê, heta çareserî dertê holê. Lê baweriyeke min a xurt heye ku pispor di her warî de, xasma warekî fena biyolojiya bijîşkî ku bandoreke wê ya mezin li ser mirovatiyê heye, xwedî erk in ku pêşbîniya xwe ragihînin ka heta tiştek di pêşerojê de biqewime, çiqas jê re divê. Ger vê nekin, êdî kesên din ku ne pispor in, dê pêşbîniyên xwe biweşînin û çewtiyê bikin, dê ji pêşbîniyên pisporên vî warî bêtir xeletiyan bikin.

Erê, bi temamî li gor min, em pir nêzîkî kontrolkirina pîrbûnê bi rêya bijîşkî bûne. Derfeteke me ya pir baş heye ku mirovên ku îro sax in, qet nexweş nakevin çimkî berî çend salan hatine dinyayê. Ev jî di koka xwe de, temenê mirov bo çar jimaran dirêj dike.

GlycanAge yek ji wan şirketan e ku dibêje dikare temenê te yê biyolojîkî bi rêya xwînê diyar bike. Ango, ji te re bibêje gelo ji hêla laş ve, tu ji temenê xwe piçûktir an pîrtir î?

Rêvebera Marketîngê li GlycanAge-ê Vladimira Mihaylova

Namo: Hûn temenê biyolojîk ê kesekî çawa diyar dikin?

Vladimira Mihaylova: Kompanyaya me bi navê GlycanAge- e. Nav nîşana vê rastiyê ye ku em glycanê dipîvin. Glycan di nav pêkhateya şekir de ne ku di seranserê laşê te de hene. Em dizanin her ku em mezin dibin, ew diguherin. Çima diguherin? Çimkî di bin bandora kulbûna demdirêj de ne. Kulbûna demdirêj yek ji diwazdeh nîşanên pîrbûnê ye. Gava ku kulbûna demdirêj a laşê te bêtir û bêtir dibe, tu jî zûtir pîr dibî. Lewra dibêjin bi rastî tu dikarî bi dermankirina kulbûnên demdirêj ên laşê xwe, xwe ciwantir bikî. Pêdiviya vê bi guhertinê di şêwaza jiyana te de heye.

Tiştê ku em didin serdankerên xwe, temenê wan yê biyolojîk e ku jimarek e. Em her wiha zanyariyan jî derbarê radeya kulbûna demdirêj a laşên wan didin wan daku tiştekî jê bikin. Em şîret û rêberiyên şexsî didin wan daku em piştrast bin ku ew tiştekî dikin û pêşî li nexweşketinê digirin.

Namo: Çend sal in kompanyaya we çêbûye?

Vladimira Mihaylova: Kompanyaya me nû ye û sê sal in ku ava bûye. Lê em berhema lêkolînên 30 salî ne. Berhem xwe dispêrin lêkolînên li Taqîgeha Ganosê ku 30 sal in li ser vê mijarê lêkolîn dike. Dîrokeke wan a dirêj heye, 200 mijarên zanistî weşandine û 40 milyon dolar alîkariyên wan hene. Loma, zanisteke mezin li pişt van berheman heye. Em tenê şirketek in û me ev şandiye bazarê.

Namo: Tu bandora berhema xwe di warê temendirêjî û dermankirina pîrbûnê de, çawa dibînî?

Vladimira Mihaylova: Ya ku em dikin çareserkirina nexweşiyên ku di laşê me de çêbûne. Em pêşî li çêbûna nexweşiyan nagirin, ev kar dibe sedem ku jiyana me pir çêtir bibe. Tişta ku em dikin ev e ku em ji xelkê re hêsan dikin ku pêşî li çêbûna van nexweşiyan bigirin. Em dixwazin van metirsiyan zû ji xelkê re destnîşan bikin. Em dizanin ku Glycan vî karî dike. Em dixwazin xelk piştî ku encamên me wergirin, guhertinan di jiyana xwe de çêbikin. Derman bi kar bînin an her cure çareseriyeke din ku pêwîst e, bistînin. Jiyana xwe baştir bikin û nehêlin laşê wan nexweşiyê çêbike. Kontrola tenduristiya xwe bigirin dest.

Namo: Dema ku tu zanyariyê li ser temenê wî yê biyolojîk didî kesekî, tu ferq dikî ku tu wisa dikî xelk jiyana xwe biguherin û bijarteyên xwe biguherin? Ev biryareke mezin e û hûn ji hêla exlaqî ve çawa lê dinêrin?

Vladimira Mihaylova: Haya me ji van aliyên exlaqî heye. Em dizanin jî ku xelk gelek caran vê nûçeyê baş wernagire. Loma, tîmeke me ya pispor heye ku şehrezayên bijîşkî û rahênerên tenduristiyê ne. Pisporên me vê nûçeyê bi rêya gotûbêjê didin mirov. Em tenê kaxezekê nadin te ka temenê te yê biyolojîk çiqas e. Li şûnê, tu dê zanyariyê digel hin şîretan ji pisporekî werbigirî ku gelek zanyarî li ba wî hene û dikare alîkariya te bike.

Namo: Tu dikarî proseyê ji me re zelal bikî? Çiqasî dirêj dike?

Vladimira Mihaylova: Bê guman. Pir hêsan e. Testa me li mala te tê kirin. Ango tu li her derê bî, tu dikarî bikî. Tu çar dilopên xwînê ji tiliya xwe werdigirî. Jê diqerî xwîn li ser kaxezekê ziwa bibe û dişînî taqîgeha me ku li Kroatyaya Ewropayê ye. Li cîhanê, taqîgeha herî mezin a warê glycanê ye. Piraniya nimûneyên warê biyolojiya glycanê, li taqîgeha me têne analîzkirin. Di taqîgeha me de, 10 rojan dirêj dike, lê şandin bi qasî sê heta pênc hefteyan dimîne.

Namo: Te bi xwe ev test kiriye?

Vladimira Mihaylova: Erê, min kiriye.

Namo: Gelo temenê te yê biyolojîk ji temenê te yê demkî pîrtir e yan ciwantir e?

Vladimira Mihaylova: Ez ciwantir im.

Namo: Pir baş e. Li gorî te, sedema vê ecnama te ya baş çi bû?

Vladimira Mihaylova: Bi baweriya min, hemî stîla jiyanê ye. Zanîna ka ji bo min çi baş e û çi ne baş e. Piştrastbûna min ku ez gavên rast biavêjim û xwarinên xerab nexwim. Rahênana pêwîst bikim. Lê zanibin ku rahênana zêde jî xirab e. Ger tu rahênanê zêde bikî, dikare qasî nekirina rahênanê xirab be. Bi rastî, ez tenê rojane ji bijarteyên şêwazq jiyana xwe haydar im, çimkî ez dizanim ku şêwaza jiyanê sedema sereke ya pîrbûnê ye.

Di demekê de ku em li bendê ne ku zana dermanekî bibînin daku em herdem ciwan bimînin, zana van şîretan li me dikin ji bo lipaşxistina mirina me:

1.Werzişkirin.

2. Xwedûrgirtina ji cixarekişandin û vexwarina zêde ya madeyên alkolîk.

3. Zêdekirina giya di nav xwarinê de.

4. Kêmkirina şekir û xwarinên ku şekir di wan de hene.

5. Kêmxwarinî.

Heta xelekeke din a programa Nextê her tendurist bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst