Li Kotûla Urmiyê ziyandîtiyên erdhejê di rewşeke xerab de dijîn

12-11-2020
RÛDAW
Roja 23ê meha 2 ya 2020ê, erdhejeke bi hêza 5.7 pileyên rîxter, navçeyên bakûrê parêzgeha Umriyê hejand
Roja 23ê meha 2 ya 2020ê, erdhejeke bi hêza 5.7 pileyên rîxter, navçeyên bakûrê parêzgeha Umriyê hejand
Nîşan Urmiye Kotûl Rojhilatê Kurdistanê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tehemula di nav çadiran de, di sermaya dijwar ya navçeyên bakûrê parêzgeha Urmiyê de li Rojhilatê Kurdistanê, pirr zehmet e, lê xelkê gundên navçeya Kotûlê bi neçarî vê zehmetiyên dikêşin.

Wan dawiya zivistana derbasbûyî di çadiran de derbas kirin, dibe ku vê zivistanê jî beşeke wan her di nav çadiran de bimînin.

Besna Şêxpûr, ziyandîtiya erdhejê li Kotûl dibêje, “Rewşa me xerab e, zivistan e, sir û serma ye. Tiştek tune ye. Wisa hiştin û çûn.”

Roja 23ê meha 2 ya 2020ê, erdhejeke bi hêza 5.7 pileyên rîxter, navçeyên bakûrê parêzgeha Umriyê hejand. Navçeya Kotûlê navenda wê erdhejê bû. Bi wê sedemê, pêtirî 6 hezar û 100 xanî, 4 hezar gowe û cihîn xwedîkirina ajelan li 46 gundên wê navçeyê û 10 gundên navçeya Kosara Selmasê ziyan dîtin.

Ji wê hejmarê, hikûmet 3 hezar 650 malbat hêjayî qerebûkirinê zanîn.

Seyad Haşimî, ziyandîtiyê erdhejê diyar dike, “Miletê me hemû li derve maye, cih nîne tê de bimînin. Rewşa me gelek xerab e, ne cihê ajelan heye û ne cihê rûniştinê heye. Tiştek nedan me.”

Erdhej demjimêr 9 û 22 xulekên berî nîvro rûda, di wê dema rojê de piraniya xelkê li derve bû, lewra ti kesekê canê xwe ji dest neda, lê ziyaneke mezin ya abûrî gihande xelkê. Li wê navçeyê, xelik bi çend serên ajel, zeviyên kêm yên çandiniyê û kolberiyê debara jiyana xwe dikin, lewra nêzîkî 9 mehan e ku wan nekariye bingeha jiyaneke nû danên.  

Filît Mihemedlû, ziyandîtiyê erdhejê dibêje, “Me ajelên heyî firotin û pê dan çê kirin lê hemû mane nîvco.”

Berpirsên parêzgeha Urmiyê dibêjin: Hikûmetê heya niha qerebûya 3 hezat 170 malbatan daye, her malê 40 heya 70 milyon tûmen pare dane wan, helbet ev pere bêberamber nîne, weke deynên bankî dane wan.

Ziyandîtî jî dibêjin, hem hejmara qerebûkiriyan û ne jî ew qasa pareyê ku hikûmet dibêje, rast nînin.

Seyad Haşimî, ziyandîtiyê erdhejê radigihîne, “Her nayên gundê me û ji ber dibêjin me red kiriye û tiştek wan nemaye.”

Piraniya xaniyên ziyandîtî yên gundên Kotûlê nîvîşkan mane. Ew deynên ku hikûmetê weke qerebû daye wan, têra avakirina xaniya nake. Tenê ew malbatn çûne nav xaniyên xwe de, ku pareyek di destên wan de hebûye, ew jî hejmareke kêm in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst