Derbarê parêzgarê Kerkûkê de biryara girtinê derket

12-11-2019
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Rakan Cibûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derbarê Parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî de bi sedema tevlîbûna wî ya gendeliyan biryara girtinê derket. Herwiha du bira du kurên Rakan Cibûrî jî hatin girtin.

Ji ber gendeliyê fermana girtinê bo Parêzgerê Kerkûkê Parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî derket.

Dadgeha Destpakiya Iraqê bi sedema ku Rakan Cibûrî çavkaniyên madî yên xizmetguzariyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye fermana girtina wî derxist.

Dadgeha Destpakiya Iraqê dibêje ku pere ji bo avakirina Kerkûk û derdora wê hatibû cudakirin, lê parêzgerê  Kerkûkê Rakan Cibûrî ew pare bo berjewendiyên xwe xerc kiriye.

Heman dadgehê tevî fermana girtin bo Rakan Cibûrî, fermana girtina sekretera wî, rêveberê ofîsa wî û çar berpirsên din ên Kerkûkê derxistiye.

Fermana girtinê li gor madeya 340 a yasaya ceza bo Cibûrî û 6 kesên din derketiye.

Pêştir jî derbarê Cibûrî de ji ber gendeliyan doz li hemberî wî hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst